Dîe Lînke destek da HDP'ê û li dijî AKP'ê banga danekirinê kir
Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) ji hikûmeta Federal xwest, li hemberî operasyonên AKP'ê yên li dijî HDP'ê helwestê nîşan bide û ji bo çalakiyên li dijî Erdogan banga piştgiriyê kir.
Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) ji hikûmeta Federal xwest, li hemberî operasyonên AKP'ê yên li dijî HDP'ê helwestê nîşan bide û ji bo çalakiyên li dijî Erdogan banga piştgiriyê kir.
Rêxistina Dîe Lînke ya eyaleta Nordrheîn-Westfal (NRW) ku mezintirîn eyaleta Elmanyayê ye, daxuyaniyeke weşand. Ji siyasetmedarên navdar ên partiyê Sahra Wagenknecht, Sevîm Dagdelen û Chrîstîan Leye, Ezgî Guyîldar, Amîd Rabîeh, Martîn Hantke, Hamîde Akbayir, Sevîm Sarialtûn, Gultsae Aksevî û Felîx Lenz mora xwe danîn binê daxuyaniyê.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku şeva 4'ê Mijdarê bi girtina Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP'ê re, 'hêzên demokratîk ên dawî' yên li Tirkiyeyê jî ji holê hatine rakirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku li Tirkiye ya endamê NATO'yê, Erdogan dixwaze dîktatoriyekê ava bike û hat gotin, "Erdogan, bêdengî û xemsariyê weke 'cesareta' ji bo destwerdana bêhtir tund a li dijî mûxalîfan fêhm dike."
Partiya Çep da zanîn, Erdogan bi bêdengkirina mûxalefetê re Tirkiye xistiye nava şerekî navxweyî û diyar kir, girtina HDP'yiyan nîşan dide ku 'li welêt alternatîfeke din a siyasî nema ye'. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Kî ji demokrasiyê bawer dike, ew tê girtin."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, piştgiriya ji bo HDP'ê erka her demokratekî li Ewropayê ye û ji bo xwepêşandanên protestoyî yên li dijî avakirina dîktatoriya li Tirkiyeyê tên lidarxistin, banga hat kirin.
Rêxistina Dîe Lînke ya NRW di dawiya daxuyaniya xwe de ji Elmanyayê xwest, bes çekan bifiroşe Tirkiyeyê, hemû peymanên xwe yên li ser hevkariya polîsiye betal bike û leşkerên Elman ên di çarçoveya NATO'yê de li Tirkiyeyê wezîfeyê dikin, derhal vekişîne.