DÎDF: Em komkujiya Sêwasê lanet dikin
Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF), qetilkirina 35 rewşenbîr, hunermend û Elewiyên di 2’ê Tîrmeha 1993’an de, lanet kir û xwest kujer bên darizandin.
Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF), qetilkirina 35 rewşenbîr, hunermend û Elewiyên di 2’ê Tîrmeha 1993’an de, lanet kir û xwest kujer bên darizandin.
DÎDF’ê der barê 22. salvegera komkujiya Sêwasê de daxuyaniyek weşand û got: "Rêxstinên Elewî yên Tirkiyeyê û hemû hêzên demokrasî û kedê, bi wesîleya 22. Salvegera komkujiyê bi awayekî xurt beşdarî çalakiya me pêk anî, bûne û vê jî nîşan daye ku têkoşîna hesabpirsînê didome."
DÎDF’ê daxuyaniyek nivîskî da, komkujî lanet kir û xwest ku berpirsyar werin darizandin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Di 2’ê Tîrmeha sala 1993’an de li Sêwasê 35 rewşenbîr, hunermend û Elewî hatin qetilkirin. Di ser bûyerê de 22 sal derbas bû. Yên ev komkujî pêk anîn û yên têkiliya wan bi komkujiyê re hene, nehatine darizandin û hesab jê nehatiye pirsîn. Tevî ku bi belgeyan derketiye holê ku, di serî de şaredar û gelek alî, yekîneyên ewlehiyê ji bo ev komkujî pêk bê her tişt kirine, doz ketiye ber demboriyê. Yên ji berpirsyaran re parêzerî kirin jî, piştre ji AKP’ê ketin parlamentoê. Komkujiya Sêwasê yek ji sûcên mirovahiyê yê herî bi xof ê li ser xaka Anatoliyayê ye.
Ji ber vê em qebûl nakin ku sûcên mirovahiyê bikevin çarçoveya demboriyê. Li Tirkiyeyê di serî de rêxistinên Elewî û hêzên demokrasî û kedê beşdarî çalakiya me ya bi wesîleya 22. Salvegera komkujiyê bûn û ev jî nîşan dide ku têkoşîna hesabpirsînê didome. Em wek federasyon destekê didin çalakiyên li Ewropa û Tirkiyeyê pêk tên û diyar dikin ku wê di nava piştevaniyê de bin.
Yên komkujiya Sêwasê pêk anîne, ne tenê li Tirkiyeyê, li Elmanyayê jî li şûna bên cezakirin, hatine xelatkirin. Kujer ji aliyê hêzên ku komkujî plankirin ve anîn Elmanyayê û serlêdana penaberiyê kirin. Mafê welatîbûnê girtin. Ev kesên mijara gotinê, tevî di serlêdanên xwe de gotine di bûyerên Sêwasê de cih girtine jî serlêdana wan hatiye qebûlkirin. Ev ji bo Elmanyayê şermek mezin e. Ev jî têr nekiriye, ji bo radestî Tirkiyeyê bê kirin, ti tiştek nehatiye kirin.
Ji ber vê, komkujiya Sêwasê ne tenê ya Tirkiyeyê şerma Elmanyayê ye jî. Em dixwazin kujer û hêzên li pişt wan bên cezakirin. Bi vê wesîleyê em hemû rewşenbîr, hunermend û ciwanên xwe careke din bi rêzdarî bibîr tînin û hêzên li pişt komkujiyê lanet dikin."