'Dibe ku Tirkiye bibe navenda sûcên seksê'

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê, hukmê ku her şêwe destavêtin û destdirêjiya li zarokên kêm 15 salî weke sûc dibîne, betal kir. Rêxistinên Mafên Zarokan ên li Swêdê nerazîbûneke tund nîşanî vê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn dan.

Rêxistinan hişyarî dan, ku ev biryara dadgehê dikare Tirkiyeyê bike navendeke sûcên seksê.

Li gorî benda pêwendîdar a xala 103. a Qanûna Ceza ya Tirk, kesên dest davêjin an jî dest dirêjî zarokên kêmî 15 salî dikin, ji 8 heta 15 salan bi cezayê girtîgehê tên cezakirin. Lê belê Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) ev hukmê qanûnî betal kir. Vê yekê cihekî berfireh di medya Swêdê de girt.

Medya nivîskî û dîtbarî ya Swêdê, ev biryara DDB bi serenavên "Tirkiye destûrê dide têkiliya zayendî ya bi zarokan re", "Tirkiye ji bo têkiliya zayendî sînor li pêşiya emr radike" û "Tirkiye serbest dike ku li zarokên 12 salî têkiliya zayendî bê kirin" ragihandin. Rêxistinên Mafên Zarokan jî Tirkiye sûcdar kirin, ku li gorî peymanên navneteweyî yên mora xwe daniye binî, tevnagere.

TIRKIYE PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE

Rêxistina ji bo zarokan a bi navê ECPAT (Na ji fûhûşa li zarokan tê ferzkirin, na ji pornografiya zarokan û bes e ji bazirganiya zarokan a ji bo bikaranîna zayendî) nerazîbûneke tund nîşanî vê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk da. Sekreterê Çapemeniyê yê ECPAT'ê Thomas Andersson da xuyakirin ku biryara DDB tewş, rîska bikaranîna zarokan bi rengekî zayendî zêde dike û anî ziman, bi vê biryarê re Tirkiyeyê tevî Peymana Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, peymanên navneteweyî binpê kiriye.

Andersson diyar kir, emrê têkiliya zayendî li gorî welatan tê guhertin û got, "Lê belê daxistina vî emrî heta 12 salî, rîska xeteriya li ser zarokan zêde dike. Ev yek, di têkoşîna li dijî bikaranîna zayendî de rêyeke şaş e."

Andersson hişyarî da, ku biryar DDB wê rê li ber encamên neyînî veke û da zanîn, kesên dixwazin zarokan ji aliyê zayendî ve îstîsmar bikin, bi giranî welatên rîska cezakirinê kêm e û zarok di nava xizaniyê de dijîn, tercîh dikin.

Andersson bibîr xist, ku pedofîliyên Swêdî herî zêde diçin welatên Başûrê Asyayê, bi taybetî Kamboçya, Fîlîpînan û Rojhilatê Ewropayê û got, "Qanûnîkirina 'eger zarok destûrê bide dikare bikeve nava têkiliya zayendî' wê bibe sedem ku Tirkiye ji bo kesên dixwazin zarokan îstîsmar bikin, bibe navendek."

Andersson ragihand, ev biryar wê zarokan hîn bêhtir bike hedefa îstîsmara zayendî, zewaca di emrê zarokatiyê de zêdetir bike û destnîşan kir, ku ev hemû binpêkirina peymanên navneteweyî ên li ser parastina mafên zarokan e.

LI DIJÎ NÊRÎNA TEVAHIYA CÎHANÊ YA LI ZAROKAN E

Sekretera Giştî ya Saziya Stargeha Zarokan Elîsabeth Dahlîn da xuyakirin, ku ew li pêşberî vê biryara DDB gelekî bi fikar û matmayî ne û anî ziman, ev yek paşvegavavêtine ecêb a ji qanûnên welatên din ên Ewropayê ye. Dahlîn got, "Ev yek li dijî nêrîna tevahiya cîhanê a li zarokan e. Veger li sîstemek ku bi ti awayî mafê jinan ê gotina tiştekî nîne, tê kirin." Dahlîn destnîşan kir, ku keçeke 12 salî ya hatiye zewicandin nikare biçe dibistanê, nikare li gorî xwe jiyaneke sererast ava bike û bedena wê ji ducaniyê re ne amade ye.

WALLSTROM: BILA BIRYAR BÊ BETALKIRIN

Di nava van hemû nîqaşan de Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom jî bi rêya hesabê xwe yê twîtterê ragihand, ku divê zarok li hemberî şîdetê û êrîşên zayendî bi xurtî werin parastin. Wallstrom xwest, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê were betalkirin.

Tê gotin, ev guhertina qanûnî wê di 13'ê Çileya 2017'an de bikeve meriyetê.