Dibe ku girtiyê nexweşê FMF’ê gurçikên xwe winda bike

Seyfettîn Demhat nexweşê FMF’ê ye û li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê ragirtin. Hevjîna Demhat, Tûba Demhat got ku heke hevjînê wê neyê dermankirin dibe ku gurçikên xwe winda bike.

GIRTIYÊ NEXWEŞ

Girtiyê bi navê Seyfettîn Demhat ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê tê ragirtin, tevî pirsgirêkên tenduristiyê jî nayê tehliyekirin. Demhat, di sala 2016’an de li Wanê hate binçavkirin. Bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê”, “Muqawemeta li dijî polîsan” û “Alîkarî daye rêxistinê” 26 sal cezayê hefsê lê hate birîn û hate girtin.  Demhat, nexweşê Akdenîz Ateşiyê (FMF) ye. Demhat, ji ber nexweşiya xwe janeke pir giran dijî. 

Hevjîna Demhat, Tûba Demhat got ku heke hevjînê wê neyê dermankirin dibe ku gurçikên xwe winda bike. Demhat, da zanîn ku pirsgirêkên tenduristiyê yên hevjînê wê giran dibin û wiha domand: “Dema dikeve stresê jana wî li masûlke û gurçikên wî dixe. Mîna girtiyên din ên nexweş, Seyfettîn jî zehmetiyên mezin dikêşe. Li gel pirsgirêkên tenduristiyê, rastî gelek binpêkirinan jî tê. Ji min re digot; ‘dema em serê xwe dişon, hêj kef li ser me avê digirin.’ Her wiha digot bihayê tiştên li kantînê zêde ye û nikarin tiştekî bikirin. Got ku zext li ser wan hene û mercên wan giran dibin. Hevjînê min divê her tim dermanan bi kar bîne û ev yek li girtîgehê pêkan nîne. Heke neyê tedawîkirin dê gurçikên xw winda bike.” 

SERLÊDAN BÊENCAM DIMÎNIN

Demhat, destnîşan kir ku ji bo tehliyeya hevjînê xwe gelek caran serlêdan kirine lê bêencam mane. Demhat, axaftina xwe wiha qedand: “Ez hem ji hêla madî hem jî ji hêla manewî ve gelek zehmetiyan dikêşim. Berpirsyartiya zarokan tevek di stûyê min de ye. Zarok dixwazin bavê wan were berdan. Carnan dibînim ku bi şev bi awayekî veşarî digirîn. Ev ji bo psîkolojiya wan baş nîne. Divê hemû girtî azad bibin. Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve. Ez Ereb im û xwedî li têkoşîna hevjînê xwe derdikevim. Divê hemû malbatên girtiyan bibin yek û ji bo azadiya girtiyan têbikoşin. Bi rûniştina li malê nabe. Divê kurd ji bo zarok û têkoşîna xwe ji tu tiştekî netirsin û têbikoşin. Heke pirsgirêka girtîgehan çareser bibe dê yên din jî çareser bibin. Ez heta dawiyê bi wî re me û rêzê ji bo têkoşîna wî digirim. Ma ev zilm dê heta kengî bidome? Divê bala her kesî li ser girtîgehan be.”