Dibe ku cihê Cenevre-2 bê guhertin!

Dibe ku cihê Cenevre-2 bê guhertin!

Nûnerê Taybet Lakhdar Brahîmî ku Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê wezîfedar kiriye anî ziman ku ji ber 'kêmasiya cihê bicihbûnê' dibe ku cihê Konferansa Cenevre-2 bê guhertin.

Brahîmî ji televîzyona RTS ya Swîsreyê re axivî û diyar kir ku ji ber Konferansa tê plankirin di 22'ê Çileya 2014'an de pêk were ji ber li civîna Davos a Forûma Aboriyê ya Cîhanê û Fûara Saetan a Cenevreyê ya li heman cihî rast tê, konferans nikare li vî bajarî pêk were.

Lakhdar Brahîmî da xuyakirin ku ji bo konferansê dibe ku ew Montro'yê hilbijêrin û da zanîn ku rojek heman piştî 22'ê Çileyê dê fûara saetan bi dawî bibe û dibe ku bi paşvexistineke biçûk konferans dikare li heman cihî pêk were.

Di roja destpêkê ya konferansê de tê payîn hemû welat û rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar beşdar bibin. Dûre jî tê payîn konferans bi beşdariya Brahîmî û aliyên li Sûriyê şer dikin, dewam bike.

Çav li rê ye Kurd jî beşdarî Cenevre-2 bibin.