Di xwepêşandanên li Bodrûm û Datçayê de gelek kes hatin destgîrkirin

Di xwepêşandanên li dijî dagirkirina qeyûman a şaredariyan a li navçeyên Datça û Bodrûm ên Mûglayê de hevşaredara HDP’ê Belgîn Koç jî di nav de gelek kes hatine destgîrkirin.

Polîsan êrîş bire ser xwepêşandana li Mûgla ya li dijî dagirkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hate kirin. Di saetên şevê de rêxistinên HDP’ê yên navçeya Bodrûm û Datçayê xwestin li dijî qeyûman daxuyanî bidin.

Polîsên ku HDP’î dorpêç kirin, ragihandin ku bi biryara walîtiyê rê nadin çalakiyê. Polîsan êrîş bire ser HDP’iyên tevî hemû astengiyan xwestin daxuyanî bidin, kirin. Di êrîşên li ser herdu navçeyan de, Hevseroka HDP’ê ya bajar Belgîn Koç jî di nav de 35 kes hantin destgîrkirin.

Hate zanîn ku kesên hatine destgîrkirin biren midûryetên emniyeta navçeyê.

Hate ragihandin li ser çeng û lingên HDP’iyên ku hatine destgîrkirin şopên lêdanê hene.