Di xwarina fitarê de ji bo aştiyê dua hatin kirin

Di xwarina fitarê de ji bo aştiyê dua hatin kirin

Bi banga Platforma Edelet û Kedê re, li Parqa Fatîh Saraçhane bi sedan kes berhev bûn û ji bo aştiyê di xwarina fitarê de dua kirin.

Xizmên wendayan, mexdurên şer, dayikên aştiyê, malbatên leşkeran, muslimanên antîkapîtalîst û sosyalîst di xwarina fitarê de hatin cem hev.beriya fitarê fikara êrîşa polîsan hat jiyîn. Lê girseyê ji bo polîs fitara xwe vebikin şorbe îkramê polîsan kir.

POLÎSAN ÇAPEMENÎ ASTENG KIR

Di duayan de komkujiyên Misir û Sûriyeyê hatin lanetkirin. Duayên bi kurdî û tirkî hatin kirin. Ji aştî û biratiyê dua hatin kirin. Kesek ji Komeleya Aliman diyar kir ku aştiya esas bi biratiya gelan pêkane.

Piştî fitarê Dayika Aştiyê Rahşan axivî. Dayika Rahşan da zanîn ku hêviya wê eve ku aştî mayînde be. Serfîna Goçmez ya ESP’î ku xizmê xwe Ahmet Yalçin di 1995’an de li Colemêrgê dema leşkerî dikir wenda kir, axivî û got: “Leşkerî wek peywirek pîroz dan ber me. Lê tu malbateke leşkeran kurê xwe wek leheng nabîne.  Dizanin ku zarokên ku ji bo tu tiştekî wenda nekirine.

Goçmez da zanîn ku aştiya esas bi biratiya gelan pêkane. Nivîskara îslamî Huda Kaya jî got kesên îro li ser vê sifreyê runiştine mazlum û li bende mafên xwe ne.

Endamê Komeleya Aliman Nasrî Tonguç got divê hemû partiyên siyasî piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.