Di topbaran rejîmê de li Şêxmeqsûd ciwanekî jiyana xwe ji dest da

Di topbaran rejîmê de li Şêxmeqsûd ciwanekî jiyana xwe ji dest da

Hêzên Rêjîma Baas taxa Şêxmeqsûd topbaran kirin û di encamê de ciwanê bi navê Ebduselam Xeyat jiyana xwe ji dest da û 2 jin birîndar bûn.

Hêzên Rêjîma Baas îro saet di 12.00’ê taxa Şêxmeqsûd topbaran kirin.

Hate hînbûn ku topên rêjîmê li nêzî benda kontrolê ya Asayîşê ketine û di encamê Ciwanê bi navê Ebduselam Xeyat (20) ji ber şer û pevçûnan ji taxa Silêman El-Helebî ya Helebê tevî malbata xwe koçî taxa Şêxmeqsûd kiribû, jiyana xwe jidest daye û jinên bi navê Duai Numan û Rodîn Yûsif birîndar bûne.

Ev demeke hêzên Rêjîma Baas taxa Şêxmeqsûd topbaran dikin û di encamê de gelek welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dane û taxa ji ber topbaranê wêran bûye.