Di şerê Serêkaniyê de 7 çekdar û sivîlek hatin kuştin

Di şerê Serêkaniyê de 7 çekdar û sivîlek hatin kuştin

Encama pevçûnên li bajarê Rojavayê Kurdistanê Serêkaniyê ku îro rûdabûn 7 kes ji komên çekdar û sivîlek ku nasnameya wî nediyer e hatine kuştin.

Nûçegîhanê ANF'ê li Serêkaniyê diyar kir ku di encama şerên ku îro li Serêkaniyê rûdan 7 çekdarên û sivîlek hatine kuştin. Derbarê nasnameya sivîlê ku hatiye kuştin tu agahdarî nehate wergirtin.

Îro di setên sibê de komên çekdar ji aliyê Tirkiyeyê ve di deriyê sînore derbasî Serêkaniyê bûn û li serê riya Hesekê êrîşî malên Kurda kirin. Di encamê de şer di navber komên çekdar û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatin derket.

Komên ku ji tabûra Ehfad elresûl in piraniya wan ji ji bajarê Idlibê ya Sûriyeyê ne. Herwiha tabûrên ên bi navên Ehrar Xwêra û Şehîdên Eltahiriye di şer de cihê xwe girtin.

Êrîşên ku pêk hatine ji aliyê togayên ku Tirk wan destek dikin. Têgotin ku armanca wan jî xerakirina aramiya herêmê û têkbirina peymana ku Meclisa gel were damezirandin ji hemû pêkhatiyên bajêr. Şer û pevçûnên li Serêkaniyê hê dewam dike.

SERÊKANIYA SERXETÊ BÛ NAVENDA KOMÊN ÇEKDAR

Di vê navberê de ji Serêkaniya Bakurê Kurdistanê hate ragihandin ku hejmara komên çekdar ji şîniyên bajêr zêdetir bûne û navçe veguheziye navenda komên çekdar ku her çend rojan êrîşê Rojavayê Kurdistanê dikin.

Li gorî çavkaniyên herêmê dewleta Tirk hemû tiştî ji çeteyan re pêşkêş kiriye. Herwiha nexweşxaneya Serêkaniya Bakurê Kurdistanê bûye ya komên çekdar û hemû birîndarên xwe li vir derman dike û deriyê nexweşxanê ji welatiyan re bi temamî hatiye girtin.