Di teqînên Lubnanê de 27 kes mirin 352 birîndar bûn

Di teqînên Lubnanê de 27 kes mirin 352 birîndar bûn

Li bajarê Trablusşam a Lubdanê di cot êrîşên bi wesayîtên bombebarkirî pêk hatin de 27 kesî jiyana xwe ji dest da û 352 jî birîndar bûn.

Êrîşa yekemîn li bajarê Trablusşam pêk hat û li nê mala serokwezîr Najîb Mîkatî pêk hat. Di dema teqînê de hat hînbûn ku Mîkatî li bajar bûye. Teqîna duyemîn jî li nêzî mala şefê polîsan ê berê Eşref Rîfî pêk hat.

Teqîn li dora du mizgeftan pêk hat û di dîmenên televîzyonê de hatin weşandin de dumana reş bilind bû.

Wezîrê tenduristiyê Alî Hasan Halîl got heta niha li nexweşxaneya 27 şehîd û 352 birîndar hene.

Roja çarşemê fermandarê giştî yê Lubnanê diyar kiribû ku yekîneyên wan  li dijî terorîzê bi awayekî topyekun şer dikin û bi mehan de li pey vê hucreya ku êrîşê plan dikeye.

Kahwajî got hedefa vê hucreyê eve ku jihev veqetandinê di navbera mezheban de ava bikin.

 Civaka Lubnanê ji ber şerê li Sûriyeyê ji hev parçe bûye. Çapemeniya rojava wek Sunniya dide gel komên çekdar yên Sûriyeyê û Şîiyan jî de gel Esad.