Di teqîna Teksasê de herî kêm 60 mirî
Di teqîna Teksasê de herî kêm 60 mirî
Di teqîna Teksasê de herî kêm 60 mirî
Hate ragihandin ku, di teqîna fabrîqayekî ya gubre ya li nêzî Waco yê eyaleta Teksasa DYA’yê rû da û herî kêm 60 kes mirin. Teqîn bi Richterê hate pîvan û hate diyarkirin ku, teqîn qasî erdhejekî 2.1 pêlî de ye.
Di şeva Çarşemê de li nêzî Wacoyê teqînek mezin rû da. Bîlancoya teqînê hêjan zelal nîne. Li gorî şahidan herî kêm 100 birîndar hene. Hêjmara miriyan jî nediyare. Lê belê çapemeniyên herêmî didindiyarkirin ku,hêjmara miriyan 60’e. Rayedaran heya niha bîlançoya fermî nedaye. Li gorî agahiya televîzyona KWTX ya herêmî ku sipartî midûrê serwîsa lezgîn ya Westê George Smith hêjmara miriyan “60 yan jî 70” ye.
Teqîn li fabrîqeya gubre ya West Fertilizer ya nêzî Waco’yê li gorî demjimêra herêmî 20.00 (li gorî demjimêra Ewropa 03.00) rû da. Berdevkê îtfayeyê Don Yeager da zanîn ku, sedemê teqînê hêjan nehatiye zanîn, lê tê texmîn kirin ku ji amonyaktanê be. Çapemeniyên herêmî dane diyarkirin ku, ji ber tundiya teqînê camên avahiyên derdor şikestine û xaniyên pêve jî agir pêketine. Hate ragihandin ku, dema ku yekîneyên îtfayeyê mudaxele dikirin, teqînekî din rû daye û hate aşkera kirin ku îtfayevanên birîndar hene.
Rayedaran daxuyaniyek dan çapemeniyê û ragihandin ku, teqîna li fabrîqeya gubreyê rûdayî bi Richterê pîvane û derketiye holê ku tundiya teqînê qasî erdhejekî pêla wê 2.1 e.
DIBÊJÎ QEY BOMBEYA NUKLERÊ TEQIYA
Li gorî nûçeya Reuters’ê şerîfê Mclennanê Parnell McNamara got: “Zirarekî mezin heye. Min tiştek wisan qet nedîtiye. Herder bûye qada şer.” Rojnamevanên li herêmê didin diyarkirin ku, gelek avahiyên li taxê dişewitin.
Şaredarê Westê Tommy Muska daxuyaniyek da CNN’ê û wiha vegot: “Dibêjî qey bombeya nuklerê teqiya.”
GELO ÊRÎŞE?
Ev teqîn piştî teqîna roja Duşemê li Bostonê di dema maratonê de rû da. Di teqîna li Bostonê jî li gorî agahiyên dawî 3 kesan jiyana xwe ji dest da , 180 kes jî birîndar bûn.
Teqîna li Wacoyê rastî salvegera komkujiyekî di sala 1993’an hat. Meha nîsanê di aliyê van teqînan de gelek gûmanan çêdike. 15’ê Nîsanê ji ber ku roja dawî ya serwetê xwe pêşkêşî îdareya bacê kirinê ye ji ber wê Emrîkî nefretê ji vê rojê dikin. 19’ê Nîsanê salvegera bidawîbûna dorpêçkirina Wacoyê ye: di bûyerên ku ji 28’ê Sibatê destpêkirin û heya 19’ê Nîsana 1993’an dom kirin, dema ku hêzên ewlekariyên hatin xwestin yek jî lîderê tarîqatek ya olî David Koresh bigirin, 79 kes miribûn. Di 19’ê Nîsana 1995’an de yek ji sempatîzanê rastgir yê li Oklahoma City’yê Timothy McVeigh ku hate diyarkirin ku dijberê Dewleta Federale û xwest tola Wacoyê rake, êrîş pêkanî û 168 kes mirin. McVeigh ji ber vê êrîşê hate înfaz kirin.