Di teqîna Stenbolê de 5 kuştî, 7 jê giran 36 kes birîndar in
Di teqîna li pêşiya Qeymeqamtiya Beyoglûyê a Rêya Îstiklalê de 5 kes hatin kuştin. 7 jê giran 36 kes birîndar bûne.
Di teqîna li pêşiya Qeymeqamtiya Beyoglûyê a Rêya Îstiklalê de 5 kes hatin kuştin. 7 jê giran 36 kes birîndar bûne.
Li pêşberî Qeymeqamtiya li ser Rêya Taksîm Îstiklalê, di ketina Kolana Baloyê de hat ragihandin ku êrîşekî ‘bombeyê zindi’ pêk hatiye. Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn diyar kir ku li pêşiya avahiya Qeymeqamtiyê êrîşeke bombeyî pêk hatiye, li cihê bûyerê li gel çalakvan, 5 kesan jiyana xwe ji dest dane. Walî Şahîn da xuyakirin ku 7 jê giran 36 kes jî birîndar in.
Dermankirina birîndarên rakirin nexweşxaneyê didomin, lêgerîna polîsan a li cihê bûyerê jî berdewam dike.
Di vê navberê de RTUK’ê, têkîldarî teqînê qedexeya weşanê da.
Nasnameyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane hê nehatiye diyarkirin. lê te payîn ku ji wan 12 kes turîstin.