Di teqîna li Teksasê de gelek mirî hene
Di teqîna li Teksasê de gelek mirî hene
Di teqîna li Teksasê de gelek mirî hene
Li eyaleta Texas ya DYA’yê de li fabrîqeyek ya gubreyê de teqînekê rû da û hate ragihandin ku, 2 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hinek çavkaniyên din jî ragihand ku, hêjmara miriyan 60’e.
Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya DYA’yê de cih girtin, teqîn li gorî demjimêra herêmî li derdora demjimêr 19.50’an di fabrîqeya gubre ya binavê West Fertilizer ya li bajarê West yê eyaletê de rû da. Rayedaran ragihand ku, di teqînê de herî kêm 2 kes mirin. Tê diyarkirin ku, bi sedan kes jî birîndarin.
Hate ragihandin ku, piştî teqînê yekîneyên îtfayê hewildan agirê bi fabrîqeyê ketî vemirînin.
Hate diyarkirin ku, gelek mal û avahiyên li derdora fabrîqeya gubre zirar dîtine û hate ragihandin ku, sahaya futbolê ya li Waco’yê weke maseya krîzê tê bikaranîn. Hate aşkera kirin ku, li bajar avahiyek xirab bûye û di bin xerabeyê de mirov hene.