Di teqîna li Şamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest da

Di teqîna li Şamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest da

Li gorî agahiyên destpêkê di teqîna li paytextê Sûriyeyê Şamê rûdayî de 15 kes mirin û herî kêm 47 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan teqîn di navbera Çerxerêya Sebee Behrat (Heft derya) ku li navenda bajêre û herêma kaşa Şehbender a li nêzî Dibistana El Buxarî pêk hat. Di encama teqînê de li derdorê ziyanek mezin pêk hat. Di dîmenên ku di televîzyonên Sûriyeyê de hatin weşandin de, ji ber teqînê gelek wesayîtên li herêmê perçe bûn an jî zirar dîtine hene. Her wiha avahiyên derdorê jî zirarek mezin dît. Piştî teqînê hêzên leşkerî û ekîbên îtfayeyê jî hatin cihê bûyerê.

Têkildarî teqînê malpera fermî ya Sûriye Sana’yê jî aşkera kir ku, di teqînê de 15 kesan jiyana xwe ji dest daye û 53 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên destpêkê di encama teqîna ku bi wesayîtek bombebarkirî pêk hat de, 15 kesan jiyana xwe jidest dan û 47 kes jî birîndarbûn.