Di teqîna li Enqereyê de MÎT û Emniyetê nikarin bên darizandin (!)

Têkildarî êrîşa xwekujî ya li hemberî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê de, ku bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, malbatan xwestin saziyên berpirsyar jî werin darizandin, lê ev daxwaz nehat qebûlkirin.

Têkildarî êrîşa xwekujî ya li hemberî mîtînga aştiyê ya li Enqereyê de, ku bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, malbatan xwestin saziyên berpirsyar jî werin darizandin, lê ev daxwaz nehat qebûlkirin. Malbatên bi Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re hevdîtin kirin, bersiva "Nabe ku polîsê me tevî rêxistina terorê DAIŞ'ê re bê darizandin. Tiştekî bi vî rengî nepêkan e" ji wan re hat dayîn.

Malbatan xwestin, ku lêpirsîna dozgeriyê ya li ser komkujiya li Enqereyê de MÎT û Emniyet jî werin bicihkirin û ev daxwaza xwe ji Serdogeriya Komarê ya Enqereyê ragihandin. Kurê endma Dayikên Aştiyê Meryem Bûlût a di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest da Lokman anî ziman ku wan daxwaza xwe ya di vî warî de ji Serdozgeriya Komarê re ragihandine.

Bûlût diyar kir, Wezareta Karên Derve ji bo hîn bibe bê pêwîstiyeke wan heye yan na li wan geriya ye û got, "Wezareta Karên Hundir li me geriya. Ji me re got, 'ti pêwîstiyeke we heye?' Me jî got na, bila şerê li vî welatî bisekine, aştî were ew bes e. Ji bilî wê careke din li me negeriyan. Lê me li Enqereyê bi dozgerê lêpirsîna dozê dimeşîne re hevdîtin kir. Helwesta dozger balkêş bû. Me jê re ragihand ku di komkujiya li Enqereyê de qelsî û kêmasiya dewletê heye. Dozger jî ji me re got, 'Piştî bûyera li Enqereyê me êrîşên xwekujî yên Sersalê û gelek cihên din hatibûn plankirin, asteng kir'. Me jî spasiyên xwe pêşkêşî wî kir û jê pirsî; çima pêşî li komkujiya li Enqereyê negirtine? Wî jî got, dozgerê hingî berpirsyar bû yekî 3 salan ê bê tecrûbe bû, lewma nikarîbû asteng bike. Lê me ev jê re got ku em vê bahaneyê qebûl nakin, eger komkujiyên li Amed û Enqereyê bihata astengkirin wê komkujiya li Enqereyê jî rû neda û me xwest hemû saziyên di vî warî de kêmasiyên wan hene tevlî dosya lêpirsînê werin kirin. Li hemberî vê daxwaza me dozger got, 'Rêxistina terorê DAIŞ a çalakiya xwekujî kir û polîsên me wê çawa di heman dosyayê de bê darizandin. Tiştekî bi vî rengî nabe'. Lê belê em vê gelekî baş dizanin. Komkujiyên Pirsûs û Enqereyê paralelî hev in. Eger di wê demê de MÎT û Emniyetê teqîna li Pirsûsê asteng bikira, li Enqereyê bi sedan kes nedimirin."

Bûlût diyar kir, piştî doz li Tirkiyeyê bi encam bû, ew ê bibin ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û got, "Em ne bawerin dadgeriya li Tirkiyeyê komkujiya li Enqereyê zelal bike. Dosya lêpirsînê ya li vir nehat qedandin û berpirsyar wê neyên eşkerekirin. Dema pêvajoya dadgeriyê ya li vir qediya, em ê dozê bibin ber destê DMME. Ji ber ku em ne bawerin bêyî agahdariya îstîxbarat û emniyetê, çalakiyeke bi vî rengî were kirin."