Di şerên li Sûriyeyê de bi sedan mirî

Li gor agahiyên Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, di şerên mabeyna çeteyên li Ghûta ya nêzî Şamê de 300 kes hatine kuştin.

Li gor agahiyên Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, di şerên mabeyna çeteyên li Ghûta ya nêzî Şamê de 300 kes hatine kuştin. Hate gotin ku hin ji van sivîl in.

Li gor SOHR’ê, şerên di navbera Çeteyên El Nûsra û Ceyş el Îslam ên hewl didin rojhilatê Ghûta bi dest bixin de di van du hefteyên dawî de zêde bûne.

Her çiqasî Rohilatê Ghûta li rojhilatê Şamê ji herêmek herî girîng a di destê hêzên dijî rejîmê be jî, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye dorpêçkirin.

Dîsa, li bajarê Deyrezorê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û yekîneyên artêşa girêdayî Beşar Esad de şerên mezin rû dan. Li gor SOHR’ê, 35 leşkerên rejîmê yên nexweşxaneya li Deyrezorê diparastin û 24 çeteyên DAIŞ’ê mirine.

Çeteyan nêzî ji sedî 60’ê bajarê Deyrezorê dagir kirine. Tê texmînkirin ku di qada di dest rejîmê de jî nêzî 200 hezar kes dijîn. Tê zanîn ku beriya şer nifûsa bajêr zêdetirî 300 hezarî bû.