Di serê Sarisuluk de guleya 9 mm hate derxistin
Di serê Sarisuluk de guleya 9 mm hate derxistin
Di serê Sarisuluk de guleya 9 mm hate derxistin
Di rapora otopsiya Ethem Sarisuluk de hate diyarkirin ku, di mejiyê Sarisuluk de guleya 9 mm hate derxistin.
Rapora otopsiyê ya pêşîn a karkerê OSTÎM'ê Ethem Sarisuluk ê ku di çalakiyên Parka Gezî yên Enqere de bi guleya polîsan bi giranî birîndar bû û piştî 13 roj şunda jiyana xwe ji dest da, temam bû. Di rapora ji aliyê Saziya Tiba Edlî de cih da agahiyên di mêjî de guleya 9 mm hate derxistin û ji bo teslîmî emaneta edlî bê kirin hate muhafeze kirin.
Piştî otopsiyê cenazeyê Sarisuluk li wesayîta cenaze kirin û posterê Sarisuluk hate daliqandin. Dema cenazeyê Sarisuluk li wesayît kirin slogana "Qatîl dewlet dê hesabê bide" hate qîrkirin. Cenazeyê Sarisuluk bi karwanekê birin Cemxaneya Batikent. TOMA'yan jî karwan şopand.
Li gorî agahiyan, polîsê gule li Ethem dayî dê roja Duşemê îfade bide dozgeriyê.