Di şerê li Şêxmeqsûd de 12 leşkerên rêjîmê hatin kuştin
Di şerê li Şêxmeqsûd de 12 leşkerên rêjîmê hatin kuştin
Di şerê li Şêxmeqsûd de 12 leşkerên rêjîmê hatin kuştin
Li Şêxmeqsûd di encama pevçûnên di navbera şervanê YPG’ê û leşkerên rêjîma Baas de 12 leşkerên rêjîmê hatin kuştin.
Navenda çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku di pevçûnên li Şêxmeqsûd Şerqî û Xerbî de di nava şervanên wan û hêzên rêjîma Baas rû dan 12 leşkerên rêjîmê hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di pevçûnên ji duh ve di saetên êvarê de li herêma Mexselêt El-Cezîrê û devera El-Ewarêd rû dan. 12 leşker hatin kuştin û yek jî birîndar bû. Her wiha şervanên YPG’ê êrîşî erebeyek leşkerî ya BMB kirin û ew neçar man ku paş ve vebikêşin.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku şervanê YPG’ê îro bersiva êrîşa leşkerên rêjîma Baas a di devera El-Ewarid derketin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku hêzên rêjîmê di êrîşê de çekên giran bikaranîbûn û şervanên YPG’ê bi Arbêjî li tangekê rêjîma Baas dan.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku YPG’ê di parastina herêmên Kurdî de dewam bike û êrîşîn li dijî sivîlan bê bersiv nehêlin.