Di şerê li Helebê de wendahiya sivîlan zêde dibe
Di şerê li Helebê de wendahiya sivîlan zêde dibe
Di şerê li Helebê de wendahiya sivîlan zêde dibe
Li Helebê ji ber şer û pevçûnên di navber hêzên rêjîmê û hêzên muxalefetê de hêrî zêde sivîl zirarê dibînin. Di pevçûnan de heta niha bi dehan welatiyên ku di nava wan de zarok jî hene jiyana xwe ji dest dane.
Li Helebê rewşa mirovî her ku diçe dijwar dibe. Pevçûnên di navber hêzên rêjîmê û çekdarên Artêşa Azad de li piraniya taxên bajêr didomin. Komên Îslamî yên radîkal jî li piraniya taxên Helebê bi hevkariya çekdarên Artêşa Azad bi rêjîmê re şer dikin.
Li Taxa Şêxmeqsûd ku li gorî taxên din cihekî bilind e, cihekî xwe yê bi bandor heye, her wiha dikeve navbera herêmên di bin kontrola rejîmê û Artêşa Azad de, lewre hêzên rêjîmê ev 6 mehin hewl dide ku taxê bixe kontrola xwe û êrîşan pêk tine. Beriya çend rojan jî hêzên rêjîmê li devera El-Ewarid û Mexselet El-Cezîrê êrîş kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de 2 leşker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
Li taxa Eşrefiyê jî şer û pevçûnên di navber şervanên Eniya Cebhet El-Ekrad û hêzên rêjîmê de didomin. Herî dawiyê şervanên El-Ekrad li herêma Cîş Şebî ku wek navenda hêzên rêjîmê tê zanîn operasyon da destpêkirin.
Hêzên rêjîma Baas her wiha taxa Bab Elnêreb topbaran kir. Di encama topên ku li nêzî Çerxeriya El-Hawiz ketin de 3 zarok û bi dehan welatiyan jiyana xwe jidest dan û ji 50 kesî zêdetir jî birîndar bûn. Hate gotin ku êrîşa rêjîmê li nêzî navendên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam pêk hatiye.
Li taxa Reşîd û hin taxên din ên Helebê jî di nava hêzên Îslamî û hêzên rêjîmê de pevçûn didomin. Ji ber van şer û pevûnan gelek sivîl dibin qurbanî, her wiha rewşa jiyanî ya şêniyên Helebê pir dijwar dibe.