Di serdana HDP’ê û KESK’ê de peyamên yekîtiyê hatin dayîn
Heyeta HDP’ê di çarçoveya xebatên Bernameya Têkoşîna Demokrasiyê de serdana KESK’ê kir, banga piştevaniyê kir. Heyeta KESK’ê jî peyama ‘divê bibîn yek’ da.
Heyeta HDP’ê di çarçoveya xebatên Bernameya Têkoşîna Demokrasiyê de serdana KESK’ê kir, banga piştevaniyê kir. Heyeta KESK’ê jî peyama ‘divê bibîn yek’ da.
Heyeta HDP'ê di çarçoveya xebatên Meşa Demokrasiyê de serdana Navenda Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) kir.
Ji heyeta HDP'ê Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Şaziye Kose, Parlamentera HDP'ê Fatma Kurtalan û parlamenterê HDP'ê yê berê Sirri Sakik amade bûn. Heyeta HDP'ê ji aliyê Sekreterê Giştî yê KESK'ê Ramazan Gurbuz, endamê MYK'ê ya KESK'ê Yusuf Şenol û Elif Çuhadar ve hatin pêşwazîkirin.
Ziyaretê nêzî saetekê berdewam kir.
Heyeta HDP’ê têkildarî Meşa Demokrasiyê ku ji Edîrne û Colemêrgê ber bi Enqereyê ve bimeşin nîqaş kirin û fikr parve kirin. Cîgira Hevseroka Giştî ya HDP'ê Şaziye Kose, anî ziman ku armanca wan têkoşînek hevpar a mînak pêş bixin û wiha got: "Pêvajoya şewbê didome. Em dibînin ku gel bi xizaniyek pir mezin re rû bi rû maye. Em carek din dibêjin li vî welatî hiqûq, demokrasi, wekhevî tine ye. An em ê ji vî halê xwe razî bin an em ê têbikoşin. Lê ji ber ku em ji vî halî ne razî ne emê têkoşînê mezin bikin. Niha dem dema em ji vê rewşê re bêjin raweste ye.”
Sekreterê Giştî yê KESK'ê Ramazan Gurbuz jî bertek nîşanî betalkirina 3 parlamenteran û girtina 2 parlamenterên HDP'ê da û got: "Li Tirkiyeyê di qada kedê de talankirinek mezin çêbû. Em ê van pirsgirêkan bi hev re derbas bikin. Em bibin yek em ê bi hev re bi ser bikevin. Em ê bi hev re bi ser bikevin."