Di ser komkujiya Qarnê û Qelatê de 34 sal derbas bûn

Di ser komkujiya Qarnê û Qelatê de 34 sal derbas bûn

Xumeynî di 19’ê Tebaxa 1979’ê de li dijî kurdan Cîhad îlan kiribû û piştî vê li gelek deverên Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê hêzên rejîmê ve li hember gelê kurd komkujî pêk hatibûn.

Piştî komkujiyên li Merîwan, Sine û Seqiz, 34 sal berê, roja 2’yê îlonê li gundên Qarnê û Qelata yên li Rojhilatê Kurdistanê jî rejîma Îranê komkujî pêkanîbûn û bi sedan kes kuştibûn.

25’ê Tebaxê li Merîwan, 27’ê Tebaxê li Sine, 28’ê Tebaxê li Seqiz û 34 salan beriya niha wek îro, di serî de li gundên Qarnê û Qelata yên Neghede, li gelek gundên Rojhilatê Kurdistanê komkujî pêk hatin.

Beriya komkujiyên li gundan ku di encamê de bi sedan kes hatin kuştin, li Merîwan 9, li Sine 11, li Seqiz 20, li Pawe 19, li Mehabad 6 kurd hatin darvekirin.

Komkujiya li gundê Qarnê yê Neghede di 2’yê Îlona 1979’ê pêk hat û di encamê de 49 kesên sivîl û bê parastin ji aliyê hêzên rejîmê ve bi şêwaza gulebaranê hatin kuştin.

Piştî komkujiya Qarnê, li gundên Qelatan, Sewzî, Îndirqaş, Dîlançerx, Helbî, Koykan, Kerêzeya Şikakan, Çeqel Mistefa, Xelîfelyan, Gorxane, Wisûkend, Qeregol, Dêmesor, Caferabad, Mercanabad, Bayizawê, Cebraîlawa, Gundewêlle, Duwaw, Kûrexaney Sariqamîş, Helleqûş, Gêce û Sofyan jî komkujî pêk hatin û bi sedan kurdên sivîl hatin kuştin.

Piştî fetwaya cîhadê ya Xumeynî ya li dijî kurdan, di 4 salên navbera 1979 û 1982’ê de, ji aliyê hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve li hember kurdan herî kêm 14 komkujî pêk hatin.

 Hêzên rejîmê di van êrîşan de bi sedan kurd kuştin. Lê heta niha tenê navê 242’an ji wan tê zanîn ku 105 ji wan welatiyên gundê Nexede ne ku herê zêde bûn hedefa êrîşan.

 Di vê pêvajoyê de li Şino, Bokan, Pîranşar, Mehabad û Urmiyê jî komkujî pêkhatin û tenê di êrişên li Mehabadê de, herî kêm 72 kurd hatin kuştin.

 Piştî 34 salan, rejîma Îranê bi berdewamî mafên bingehîn ên kurdan nasnake û tevî hemû hewldanên aştiyane yên Tevgera Azadiya Kurd jî, li dijî kurdan di nav hewldanên tunekirinê de ye.