Di salvegera berxwedana mezin de DÎSK li qadan e

Di salvegera berxwedana mezin de DÎSK li qadan e

Konfederasyona Sendîkayan a Karkerên Şoreşger (DÎSK) di 43’emîn salvegera Berxwedana Karkerên Mezin de a di 15-16’ê hezîranê de pêk hat de li gelek qadan çalakiyan pêk tîne.

Li gorî agahiyên ji Navenda Giştî ya DÎSK’ê hatiye girtin, li gorî biryar aku lijneya rêveberiyê girtiye, kedkar dê li Stenbol, Enqere, Edene, Antalya, Bursa, Edîrne, Eskîşehîr, Dîlok, Îzmîr, Samsun, Koceeli, Mêrsînê li dijî zilm û pergala otorîter ya bi salan didome têbikoşe. DÎSK’ê di daxuyaniya xwe de got: “43 sal berê di 15-16’ê hezîrana 1970’an de çina karkeran dengê xwe bilind kir û got ‘Êdî bes e’. Li gorî biryara ku lijneya Rêveber a DÎSK’ê girtiye di 15-16’ê hezîranê de dê çalakiyan bînin.”