BI DÎMEN

'Di sala 18. de yên ku winda kirin kompleger in û ya ku bi ser ket rêya Ocalan e’’

Nûnerê PYD'ê ya Başûrê Kurdistanê Xerîb Huso û Berpirsa Karê Dîplomasiyê ya Kongreya-Star Cîhan Xelîl li ser rêya Hewlêrê serdana ciwanên Meşa Dirêj kirin.

Meşa dirêj a ciwanên Başûrê Kurdistanê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike. Nûnertiya PYD’ê û Kongreya Star ya  li Başûr  çû serdana meşvanên meşa dirêj ya ciwanên Başûr û çalakiya girîng a ciwanan nirxandin. 

Nûnera Kongra Star a li Başûrê Kurdistanê Cîhan Celîl axivî û got; “Vê çalakiyê mohra xwe li dîrokê da. Li Rojava û hemû cihanê gel di çalakiyan de ne. Lê çalakiya ku bandora xwe li her çar parçeyên Kurdistanê bike ev çalakî ye.”

HETA AZADÎYÊ BÊ NAVBER TEKOŞÎN

Cîhan Celîl diyar kir ku heta ku Rêber Apo azad bibe, heta komploya navnetewî berdewam bibe û hata ku dijminên gelê Kurd li ser gelê Kurd siyasetê bike, em ê  çalakiyên xwe berdewam bikin û wiha pê de çû; "Min silavên gel û ciwanên Rojava ji we re aniye. Li Efrîn, Kobanê û cihên din ciwan çalakiyên bi vî rengî dikin. Lê belê cara destpêkê ye ku hûn meşa dirêj a bi vî awayî li dar dixin û meşa we tê wateya ku civaka ku koka xwe winda kirî carek din we bi bî rxist. Gelê Rojava û bi taybet jinên Rojava gelek silav ji we re şandin û daxwaz kirin ku heta Rêbêr Apo azad nebe hêj bêhtir pêwîst e em tekoşîna xwe xurtir bikin."

Her wiha Nûnerê PYD’ê yê li Başûrê Kurdistanê Xerîb Heso jî,  ji bo ciwanan axivî û got: “Ev 18 sal in gelê Kurd û mirovahî dilbiêş e û azadîxwaz e. Her roj ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo azadiya gelê  Kurdi di nava têkoşînê de ye. Belkî  Rêber Apo bi bedena xwe ne di nav me de ye, lê bi fikir, raman, exlaq her dem li gel me ye.”

Xerîb Huso wiha pêde çû; "Ez komploya 15'ê Sibatê bi kîn şermezar dikim. Kesên aligirên azadiyê, li her cihî ji bo azadiya Rêber Apo bê navber çalakiyên berxwedanê didomînin. Rêber Apo her çiqas bi fîzîki ne di navbera me de jî be lê bi hizir û ramanên xwe di nava me de ye û di rihê me de cih digre. Hêzên dijî mirovahiyê beriya 18 salan komployeke bêbext kirîbin jî yên windakirin dîsa ew bi xwe ne. Îro yên serketin li Rojhilata Navîn û cîhanê hêzên bi îdeolojiya Rêber Apo berxwedanê dikin. Lê belê Rêber Apo li wê giravê îdeolojîyek derxist holê, rêyek ya berxwedana çandî ava kir. Meşa ku we dayî destpêkirin, felsefeya vê berxwedanê ye."

'NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN'

Xerîb Huso bal kişande ser berxwedan û çalakiyên li her çar parçeyên Kurdistan û cîhanê wiha domand; "Yên ku ev komplo pêk anîn niha yên parastina mafê mirovan dikin, kî li cem wan cih digre, kes cih nagre. Lê kesên cem mirovahiyê, rûmet, azadiyê hemû niha cem Rêber Apo cih digrin.  Hemû hêzên li Rojhilata Navîn niha xwedî li Felsefeya Rêber Apo derdikevin. Ev rastiyek e ku komploya 15'ê Sibatê hatiye pûçkirin. Êdî 15'ê Sibatê wê ne ew roj be ku tarîtî bikûmişe. Kesek wê nikaribe roja me tarî bike. Ev vîn dibe derbirîna wê ku bûye bi milyonan, nikaribin roja me tarî bikin û vê komploya gemarî pûç bike."