‘Di rûniştina F'yê de ji bo Leyla Guven banga bihistyariyê'

ÎHD'ê got, 2018'an 22 gritiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane, ji bo Leyla Guven banga bihîstyariyê kir.

Komîsyona Girtîgehan a Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş xwest cara 355'an rûniştina F'yê li eydana Galatasarayê bike lê polîsan astengî derxist. Li ser vê li ber avahiya Şûbeya Stenbolê ya ÎHD'ê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin. Di çalakiya îro de navê girtiyê nexweş ku 2018'an jiyana xwe ji dest dan, hate parvekirin.

Di çalakiyê de her wiha ji bo Hevseroka KCD'ê ku ji bo tecrîda li Imraliyê rabe dest bi greva birçîbûnê kiriye, banga bihistyariyê hate kirin.

Endama Komîsyonê Hatîce Onaran bi bîr xist ku av, xwe, şekir û vîtamîna B1 nadin girtiyên di greva birçîbûnê de û xwest ku zû dawî li vê nêzîkatiyê were.

'TECRÎD ÊŞKENCE YE'

Onaran got, tecrîd êşkence ye, ji bo girtî nemirin, girtiyên din ên nexweş nebin, tecrîd were rakirin û daxwaza girtiyan were bicihanîn divê gavên hewce werin avêtin.

GIRTIYÊN KU TERKÎ MIRINÊ HATINE KIRIN

Onaran got li girtîgehan sedema mirina girtian nêzîkatiyên kêfî yên rêveberiyên girtîgehan e û navê 22 gritiyên nexweş par ve kir.

Navê 22 girtiyên nexweş ên ku 2018'an jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

''Îbrahim Akbaba, 1948'an ji dayik bûbû û li girtîgeha Tîpa F'yê ya Edîrne dihate girtin.

Koçer Ozdal, 2014'an hate girtin û 70 salî bû.

Celal Şeker, 2015'an dema ku ji bo tedawiyê çûyî nexweşxane, ji ber dozeke berê ceza xwaribû hate girtin. 12 sal bûn bi nexweşiya diyalîzê bû.

Emre Kambur, Girtîgeha Tîpa E ya Trabzo /Bahçecîk, hate gotin, xwe kuştiye. (20.11.2018)

Burhan Karatay, 67 salî bû û li Girtîgeha Tîpa E'yê ya Gîresûnê dihate girtin.  Bi krîza dil jiyana xwe ji dest da. (07.11.2018)

Ibrahîm Yilmaz, Tîpa E ya Girtîgeha Erzeromê, 77 salî bû û hate gotin, xwe kuştiye. (11.10.2018)

-Huseyin Bozyîgît, Tîpa M ya Girtîgeha Êlihê. Hate gotin xwe kuştiye. (07.10.2018) 

Sabrî Çolak, Girtîgeha Wanê ya bi Ewlehiya Zêde, bi krîza dil jiyana xwe ji dest da. (24.08.2018)

Davût Demîrkale, Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê, hate gotin, xwe kuştiye. (14.07.2018)

Nesrîn Gençosman Girtîgeha Orudyê, 11.07.2018'an jiyana xwe ji dest da.

-Zekî Guven, Girtîgeha Eskîşehîrê, bi krîza dil çû. (01.07.2018)

Îbrahîm Halîl Ozyavuz, Girtîgeha Silîvrî, hate gotin xwe kuştiye. (01.06.2018)

Ugur Kart, Girtîgeha Tîpa E Konya, hate gotin, xwe kuştiye. (28.04.2018)

Halîme Gulsu, Girtîgeha Jinan a Tarsûsê, (27.04.2018)

Cema Gurer, Girtîgeha Xarpêtê, ya bi Ewlehiya Zêde (25.04.2018)

Îsmaîl Arslan, Girtîgeha Bandirma /Balikesîr, Tîpa  T.

Teoman  Gokçe, Girtîgeha Sîncan /Enqere, krîza dil. (02.04.2018)''

Onaran ji bo ku mirinên dî çênebin xwest ku girtiyên nexweş werin berdan.