Di rûniştina Dundar û Gul de biryarên alîgirtiya Erdogan

Di doza Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar û Nûnerê Cumhuriyetê yê Enqereyê Erdem Gul ên ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê tên darizandin de daxwaza dozger a ku doz bi veşarî bê dîtin.


Di doza Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar û Nûnerê Cumhuriyetê yê Enqereyê Erdem Gul ên ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê tên darizandin de daxwaza dozger a ku doz bi veşarî bê dîtin û parêzerên Serokomar Erdogan û MÎT'ê bibin mudaxîl ji aliyê heyeta dadgehê ve hate qebûlkirin. 

Doza Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar û Nûnerê Cumhuriyetê yê Enqereyê Erdem Gul ên ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê yê têkîldarî bi TIR'ên MÎT'ê ve çek birina çeteyên DAIŞ û El Nusrayê tên darizandin li 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê tê dîtin. Nûnerên rêxistinên rojnamegeriyê yên neteweyî û navneteweyî, parlamenterên HDP û CHP'ê, sefîr alîkar û şewirmendên hiqûqê yên welatên Yekîtiya Ewropayê, serokê gelek baroyan û gelek parêzer jî tevlî danişînê bûn û bi tespîtkirina nasnameyên Dundar û Gul ve dozê dest pê kir. 

Dozgerê ku beriya 2 rojan ji bo dozê hate tayînkirin bi hinceta ku "qeydên peywirdarêndewletê û daxwaza MÎT'ê" xwest doz bi awayekî veşarî bê dîtin. Li ser daxwaza dozger parêzerên Dundar û Gul mafê axaftinê girtin. Parêzer Tora Pekîn diyar kir ku ji ber mafê darizandina adil û darizandina vekirî, danişîna veşarî nayê qebûlkirin. Pekîn anî ziman ku dozger hinceta biryara doza veşarî ya "Selam tevhîdê" kopî kiriye û bi vî dosyayê ve kiriye, di dosyayê de peywirdarên dewletê tuneye. Pekîn destnîşan kir ku ev dosya û ya "Selam Tevhîdê" naşibin hev israra dozger ya ji bo doza veşarî nayê fêmkirin. 

'MAFÊ DARIZANDINA ADIL TÊ BINPÊKIRIN'

Pekîn got ku li ber çavên çapemeniyê darizandinekî paralel tê kirin, gotinên Serokomar Tayyîp Erdogan ên der barê biryara Dadgeha Qanûna Esasî (AYM) de bi bîr xist û anî ziman ku bi vî yekê re tê xwestin li ser darizandinê bandor bê kirin. Pekîn bilêv kir ku di heman demê de gotinên Wezîrê Dadê jî heye û ev daxuyanî ji bo bandora li ser darizandinê bikin e. Pekîn ev tişt anî ziman: "Heke darizandin bi veşarî bê kirin wê Serokomar bêdeng be? Na. wê bandorê bike. Biryara ku ji bo darizandina veşarî bê dayîn wê bibe binpêkirina mafê darizandina adil." Pekîn herî dawî jî got ku divê ev daxwaza dozger neyê qebûlkirin û xwest ku darizandin bi vekirî berdewam bike.

Piştre dozger careke din mafê axaftinê girt û îdia kir ku di dosyayê de hevdîtinên rayedarên dewletê hene. Parêzer Ergîn Cîrmen jî der barê daxwaza mudaxîlbûnê ya parêzerên Serokomar Erdogan û MÎT'ê de axivî. Cîrmen diyar kir daxwaza Erdogan û MÎT'ê ya ji bo mudaxîlbûnê nayê qebûlkirin û nirxandina "Ev sazî mexdûr nînin, zirar jî nedîtine, rewşekî mudaxîlbûnê tuneye" kir. Cîrmen diyar kir ku Erdogan tenê ji bo Can Dundar dixwaze bibe mudaxîl û gotinên Erdogan ên têkîldarî biryara AYM'ê bi bîr xist. 

'EM LI VIR LÎSTÎKÊ NALÎZIN'

Parêzer Bahrî Belen jî got ku pênaseya "sira dewletê" di qanûnê de tuneye û ev tişt anî ziman: "Heke 3 rûpelên ku dozger dibêje bê xwendin ev dibe ku di rûniştina veşarî de bên guhdarkirin, lêkolînkirin. Jibilî vê rewşekî ku veşarîbûnê pêwîst bike tuneye." Piştî Belen, parêzer Akin Atalay axivî û beşa ku dozger qalê dike xwend û wiha got: "Binêrin min beşek xwend, em bi vekirî darizandinê bidomînin. Em li vir lîstikê nalîzin, bi awayeke vekirî dozê bidomînin."

SALON HATE VALAKIRIN

Dadgehê ji bo ku daxwazan binirxîne navber da danişînê. Piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê daxwaza mudaxîlbûnê ya Erdogan û MÎT'ê bi îdiaya ku "ji sûc zirar dîtine" qebûl kir. Heyetê daxwaza dozger a ji bo ku doz veşarî bê dîtin jî bi îdiaya ku sûcdarkirin "sîxûrî" û "îfşakirina sira dewletê ye" qebûl kir. 

Biryara heyeta dadgehê ji aliyê kesên ku tevlî dozê bûn ve hate şermezarkirin. Ji ber biryara veşarîbûnê piştre hemû kesên ku hatibûn ji salonê hatin derxistin.