Di qezaya trafîkê ya li Silopiyayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di qezaya trafîkê ya li Silopiyayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, di encama qezayeke trafîkê de ji heman malbatê 3 jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, qeza li nêzî Tesîsên Cûdî yên li ser rêya bejahî ya navbera Silopiya-Cizîrê de rû da. TIR a barê wê mûz bû ku Ahmet Tayfûr Demîr ajokarê wê bû, wesayît Yilmaz Marûr diajot xist binê xwe û ew kaş kir. Di qezayê de Hîlal (2), Kîne Em (3), Ozan (5) û dayik Elîf Marûr ên di wesayîtê de, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.

Ajokarê wesayîtê Yilmaz Marûr rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê û ajokarê TIR'ê Ahmet Tayfûr Demîr jî sewqî Nexweşxaneya dewletê ya Cizîrê hat kirin.