Di pevçûnên Girê Spî 9 çete hatin kuştin

Di pevçûnên Girê Spî 9 çete hatin kuştin

Di pevçûnên 48 saetên dawî yên li gundên Girê Spî (Til Ebyed) 9 endamên komên çeteyên DAIŞ/Cephet El Nusra hatin kuştin. Her wiha wesayîtek çeteyan hate ruxandin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên YPG'ê hatine bidestxistin di nava 48 saetên dawî de li gundên Bîr Kino, Melûh El-Qemer û Sûsik ên rojavayê Girê Spî di navber hêzên YPG'ê û çeteyên DAIŞ/Cephet El Nusra pevçûn derketin. Hate gotin ku di encama pevçûnan de 9 endamên komên çete hatine kuştin, her wiha wesayîtek çeteyan hate ruxandin û bildozerek çeteyan hate derbekirin.