Di pevçûna li Şêxmeqsûdê de 10 leşker hatin kuştin
Di pevçûna li Şêxmeqsûdê de 10 leşker hatin kuştin
Di pevçûna li Şêxmeqsûdê de 10 leşker hatin kuştin
Li Taxa Şêxmeqsûd a Helebê hêzên rejîma Baas êrîşkirin û hewl dan bikevin taxa kurdan. Di encama bersivdayina YPG’ê de pevçûn derket. Di pevçûnan de 10 leşker hatin kuştin.
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê diyar kir ku, hêzên rejîma Baas ji herêma Mexselet El-Cezîre û Devera El-Ewarid ên Taxa Şêxmeqsûd êrîş kirin û xwestin têkevin taxê de.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, di encama bersivdayina şervanên YPG’ê de pevçûn derketin û 10 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin.