Di pêşniyara çareseriyê siyasî ya NY’yê de Kurd nîn in
Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NY’yê De Mîstûra careke dî Kurd nedîtin.
Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NY’yê De Mîstûra careke dî Kurd nedîtin.
Nûnerê taybet ê NE’yê ku tevlî hevdîtinên Cinêvê bûyî duh pêşniyareke çareseriyê ya ku ji 12 xalan pêk dihat da ber şandeya rejîm û muxalefetê. De Mîstur a ku hewl da gelek kêşeyên Sûriyê di nav 12 xalan de bi cih bike, hêza herî mezin a leşkerî û siyasî ya Sûriyê Kurd nedîtin.
Hevdîtinê cara 8’an a Cinêvê ya bi mebesta ku çareseriyeke siyasî ji bo şerê navxweyî yê Sûriyê bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) di roja çaran de berdewam kir. De Mîstûra tevahiya rojê bi Nûnerê Domdar ê NY’yê Sûriyê Cefer el Başşarî û şandeya Muxalîf re rûnişt, berêvarkî Bûroya Çapemeniyê ya Cinêvê ya NY’yê ji bo alî li ser nîqaş bikin par ve kir bê ka 12 xal çi ne.
De Mîstura diyar kir 12 xalên ku ji bo alî nîqaş bikin bi biryara 2254 a Konseya Ewlehiyê ya NY’yê re li hev in û îdia kir ev xal li gorî nîqaşên heta niha yên şandeyan hatine hazirkirin û her wiha dema ku ev xal hatine hazirkirin siberoja gelên Sûriyê dane ber xwe.
SÛRIYE DEWLETA EREB E YAN DEWLETA SÛRIYÊ YE?
Di xala pêşî de Sûriye tê gotin divê yekîtiya welat û netew û xakê ya Sûriyê were qebûlkirin û her wiha navê Sûriyê jî weke Dewleta Ereb a Sûriyê û Dewleta Sûriyê tê pênasekirin, tê xwestin ku ti xak jê qut nebe. Her wiha tê gotin Girê Golanê yê ku Sûriyê dagir kiriye bi rengê ku NY û hiqûqa navnetewî nas kiriye yê Sûriyê ye.
Di xala duyemîn de tê gotin divê hurmet ji mafê serweriya netewî ya Sûriyê re were girtin û her wiha divê hurmet ji wî mafî re were girtin ku ti hêz ji derve mudahele li wî welatî neke. Her wiha tê gotin bi rengê ku bi Şertê NY’yê re li hev be.
Di xala 3’yan de tê diyarkirin bêyî ku mudaleya siyasî, aborî, sosyal a derve hebe divê siberoja gelê Sûriyê were diyarkirin û tê diyarrkirin ku Sûriye divê ev bi heqê navnenetewî û berpirsyariyan re li hev kirî be.
WEKHEVIYA JI BO WELATIYAN
Di xala 4’an de tê gotin divê Komara Ereb a Sûriyê demokrartîk be, ne sekter be û xwe bispêrê wekhevîtiya welatiyê, piraniya polîtîk û her wiha ji dîn, etnîsîte û zayendan re hurmetdar be.
Di xala 5’an de jî tê gotin divê dewlet bi yekîtiya netewî û aştîya sosyal û rêveberiyên xwecih ji rabûneke berfireh û bi hevseng a li ser temsîla dadmend be.
Di xala 6’an de jî xizmetên cameweriyê tê kirin û d dayina xizmetan de jî tê gotin divê ti cihêkarî di navbera welatiyan de neyê kirin.
Di xala 7’an de behsa artêşa Sûriyê tê kirin û tê gotin divê li gorî destûrê û li gorî standarên rajor be.
Xala 8’an a belgeya De Mîstûre tê gotin divê li dijî her cure terorê, fanatîzmê, radîkalî û mezhepparêziyê têkoşîn were dayin û belavbûna wê were astengkirin.
CIHÊKARIYA JI BO JINAN
Di xalan 9’an de azadiyên civakî têne rêzkirin û tê gotin divê cihêkariya dînî, etnîk ,çadî, zimanî, zayendî neyê kirin û ji mafê mirovî û civakî re hurmet were girtin. Di vê xalê de wekhevî û azadiya jinan tê destnîşankirin û ji bo ku asta temsîlkirina jinan bi sedî 20 be divê mekanîzmayên hewce werin danîn.
Di xala 10’an de nasnameya civakî û netewî ya Sûriyê bi girîngî tê dîtin û her wiha tê gotin divê pêkhateyên cuda yên gelê Sûriyê bi hev re bijîn.
Di xala 11’an de tê gotin divê yixtiyar û kesên dî yên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye û mexdûrên şer werin parastin û Sûriyeyî yên ku bê cih û war bûn divê bi rengekî ewle û bi dildarî li mal û xakên xwe vegerin.
Di xala dawî de jî tê gotin li gorî UNESCO’yê divê mîradeya dîrokî ya welêt û sirûşta wê were parastin.