Di pêngava Xezeba Firatê de 2 gund rizgarkirin
Pêngava 3'emîn a operasyona rizgarkirina Reqa yê duh bi daxuyaniyekê ji du baskan ve destpê kir. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê Ebû Natalî û Hadî yên bakurêrojhilat Reqayê rizgarkirin.

Pêngava 3'emîn a Xezeba Firatê duh bi daxuyaniyekê ji du baskan ve destpê kir. Baskê pêngavê yê ku ji bajarokê Mekmen ketiya tevgerê, îro 6 km pêşve çû û gundên Ebû Natalî û Hadî yên bakurrojhilatê Reqayê ji çeteyan rizgar kirin.
Şervanên Xezeba Firatê li baskê Mekmenê ji duh ve 16 kîlometre pêşve çûne.
Li baskê Xiniz ku ji duh ve şerên dijwar lê di qewimîn, Şervanên Xezeba Firatê 7 kîlometre pêşve çûne û Mezreya Dûxan rizgar kirin. Di vê navberê de gundê Bîr Sead jî hat dorpêçkirin.
Şervanên Xezeba Firatê li baskê Xiniz jî , ji duh ve 18 kîlometre pêşve çûne.