Di Pêngava Xezeba Firatê de 14 km pêşve çû, 43 çete hatin kuştin
Hat ragihand ku Operasyona Pêngava Xezeba Firatê, di awayê hatî plankirin dewam dike,şervan 14 km pêşve çûn. Di şerê qewimî de 43 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Hat ragihand ku Operasyona Pêngava Xezeba Firatê, di awayê hatî plankirin dewam dike,şervan 14 km pêşve çûn. Di şerê qewimî de 43 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
REQA-ANF
Bîlançoya Operasyona Pêngava Xezeba Firatê ya 4 rojan hate eşkerekirin.
Daxuyanî îro li bajaroka Eyn Îsa, ji aliyê Berdevka Hemleya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehemed ve hat xwendin.
Daxuyaniya Operasyona Xezeba Firatê wiha ye:
“Qonaxa yekemîn a Hemleya Xezeba Firatê derbasî roja xwe ya çeremîn bû. Hemle heta vê kêliyê li gorî plana hatiye danîn birêve diçe. Hêzên me piştî şerê dijwar bi çeteyên DAIŞ’ê re gelek gund û gundik rizgar kirin. Li vir me pêşketinên berbiçav hatin kirin.
Pêşketina hêzên me ber bi bajarê Reqqayê ve li ser 2 baskan pêk tê. Pêşketina li herdu baskan wiha ye:
Silûk: Hêzên me li vê baskê 14 Km pêşve çûn û gundê Leqta yê xwedî cihek stratejîk ku li ser firehiyek mezin a hawirdora xwe serwer e û gundê El-Heyawî yê Başûrê gundê Qenterî, ji çeteyên DAIŞ′ê, rizgar kirin.
Eyn Îsa: Li vê baskê jî hêzên me 14 Km pêşve çûn û gundên ′Etiye, Celîl, Qedriye, Ebdulhadî, Ebû Cîhad, Wehîd, El-Ibêd, EL-Sefa û Ebdullah′ tevî gelek mezreyên din ji çeteyên DAIŞ′ê, rizgar kirin.
Di vê navberê de, hêjmarek mezin a çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Li gorî hêjmara hatiye tesbîtkirin 43 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Ji van cenazeyên 12 çeteyan di destên hêzên me de ne. Li ber cenazeyan, şervanên me hêjmarek mezin a çek û cebilxaneya çeteyan bidest xistin.
Di vê hemleyê de çetyên DAIŞ’ê 7 wesayîtên bombebarkirî teqandin. 2 çeteyan jî beriya hêzên me xwe bighînin wan, bombeyên xwe bi xwe de teqandin.
Ji aliyekî din ve jî, hêzên me rêya derketina koçberên Reqayê ji gundên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de peyda kirin. Şervanên me welatiyên sivîl gihandin herêmên bi ewle.
Em di Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê de tekez dikin ku em ê hemleya xwe ya bi armanca dorpêçkirin û rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DIAŞ’ê bidomînin û soza xwe ya bi şêniyên Reqayê ku em ê wan ji terora DAIŞ’ê rizgar bikin, bicih bînin”.