Di parastina Şengal, Mexmûr û Kerkûkê de rola gerîlayan li ber çav e
Di parastina Şengal, Mexmûr û Kerkûkê de rola gerîlayan li ber çav e
Di parastina Şengal, Mexmûr û Kerkûkê de rola gerîlayan li ber çav e
Gerîlayên HPG’ê yên ku piştî metirsiyên çeteyên DAIŞ’ê li hember herêma Başûrê Kurdistanê zêde bûn, ji çiyayan hatin û li hember çeteyan di sîperên şer de cihê xwe girtin, di parastina herêmê de rolekî mezin lîstin. Di aliyekî de coş û baweriyeke mezin di gelê Kurd ê Başûr de da avakirin, ji aliyê dîtir ve bi hev girtina hêzên Kurd re da îspat kirin ku tu kes nikare li hember Kurdan bisekinin.
Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ê der barê vê mijarê de daxuyaniyek da wiha got: “Hemû hêzên ku Kerkûk di sîperan de parastin em wan spas dikin, sekna hemû hêzan li rex hev a bi biratî nehişt ku dijmin bikeve Kerkûk. Lewma em hemûyan spas dikin.”
DI PARASTINA HERÊMÊ DE ROLA GERÎLA MEZIN E
Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm daxuyaniya xwe de wiha pêde çû: “Em weke gelê Kerkûkê baş dizanin, bi yekîtiyê em dikarin destûrê nedin neyar in Kurd û em ê karibin axa Kerkûk û Kurdistanê biparêzin. Hatina gerîlayan di parastina Şengal, Mexmûr û Kerkûkê de rolekî mezin lîst, hemû gel vê rastiyê dizane, em hatina wan spas dikin, her wiha pêşmergeyên ku ev ax parastin jî em spas dikin.”