NÛ BÛ

Di operasyonên qirkirina siyasî de li çar bajaran 60 ks hatin binçavkirin

Li Edene, Wan, Riha, Colemergê, di operasyonên qirkirina siyasî de, di nav de siyasetmedarên HDP’ê û DBP’ê jî, ji 60 kesan zêdetir kes hatin binçavkirin.

Li Edene, Wan, Riha, Colemergê, di operasyonên qirkirina siyasî de, di nav de siyasetmedarên HDP’ê û DBP’ê jî, ji 60 kesan zêdetir kes hatin binçavkirin.

EDENE

Vê sibehê li taxên Daglîoglu, Gulbahçe û Barbarosê yên girêdayî Seyhana Edenê, bi awayekî hevdem operasyonek li ser gelek malan hate çêkirin. Piştî lêgerîna malên ku bi ser de hatine girtin, di nav wan de zarok, bi tevahî 13 zarok hatin binçavkirin.

Tevî xebatkarê Azadiya Welat Hakan Ergun, di serdegirtinên îro danê sibehê yên li Edeneyê de 40 kes hatin binçavkirin.

Kesên ku bi hênceta ‘’tevlî xwepêşandanên dijî zagonan bûne’’ hatine binçavkirin, birin Midûrîyeta Emniyetê ya Bajêr.

WAN

Li navçeya Şax a Wanê îro polêsan bi ser gelek malan de girt. Di operasyonên hevdem ên bi ser taxên Menderes û Karşiyakê yên Edene de, rêveberê Navçeya HDP’ê Mehmet Şîrîn Babûr û Bariş Keve hatin binçavkirin. Keve û Babûr sedema binçavkirina wan nehate zanîn, birin Midûrîyeta Navçeyê ya Emniyetê. Hate gotin ku wê her du kesan jî bibin Midûrîyeta Şûbeya TEM’ê ya Wanê.

Ji hêla dî ve jî Mahsûn Kirdak, Lokman Derîn, Halet Budak, Felemez Canata, Nerîma Urar, Yilmaz Bînbaşîogullari û Zeynel Abîdîn Melet ku duh hatibûn binçavkirin, hê jî li Şûbeya TEM’ê ya Wanê têne girtin.

RIHA 

Li Serêkaniya Rihayê jî polêsan bi ser mala Hevseroka Navçeya HDP’ê, Gulbihar Fîdan de da girt, Fîdan hate binçavkirin.

Di heman saetan de yekîneyên girêdayî jendermeyan jî bi ser taxa Lebena ya navçeyê de girtin. Di serdegirtinan de Rêveberê Navçeyê yê DBP’ê Alî Gultekîk, Mehmed Adsiz, Mehmet Akgul, Ahmet Kaya hatin binçavkirin. Kesên ku hatine binçavkirin birin Fermandariya Jandarma ya Navçeyê, hê nayê zanîn bê ka çima hatin binçavkirin.

Rêveberê Navçeya DBP’ê Şeyhmûs Çerî û Emrah Adsiz, Sabrî Işik, Emrûllah Akdemîr ku 31’ê Tîrmehê hatinbûn binçavkirin hê jî li Midûrîyeta Navçeyê ya Emniyetê têne girtin.

COLEMERG

Berê sibehê di serdegirtinên mala de li Colemergê kesên bi navê Mîrza Temel, Hurşît Acar û Beytûllah Keskîn hatin binçavkirin. Sedema kesên ku hatin binçavkirin nayê zanîn, li Midûrîyeta Bajêr ya Emniyetê têne girtin.