Di operasyona ‘RedHack’ de jimara binçavkiriyan giha 16’an
Di operasyona ‘RedHack’ de jimara binçavkiriyan giha 16’an
Di operasyona ‘RedHack’ de jimara binçavkiriyan giha 16’an
Di çarçoveya operasyonên li dijî RedHack’ê li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê pêkhatin de, lîstikvan Bariş Atay jî di nav de 16 kes hatin binçavkirin.
Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Buroya Lêpirsîna Sûcên Înformatîk di serî de li Stenbol, Îzmîr û Enqereyê di ser 30 navnîşanan de girtin. Hate ragihandin ku, 16 kesên di nav de lîstikvan Bariş Atay jî heyî hatin binçavkirin.
Gelek kesên ku beriya vê di çarçoveya operasyonên li dijî RedHack’ê de hatibûn binçavkirin û piştre hatîn berdan, tê gotin ku gelek ji wana di nav de ne. Parêzerê Bariş Atay Efkan Bolaç got: “Operasyon di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hatiye destpê kirin. Li Stenbolê heya niha 7 kes hatine binçavkirin. Li bajarên din jî binçavî hene lê heya niha agahiyên zelal tune ne. Dê kesên hatine binçavkirin bibin Enqereyê.”