Di nobetên ÎHD’ê de nerazîbûna li dijî polîtîkayên şer

Çalakiya ‘Nobeta Aştiyê’ ya ÎHD’ê vê hefteyê diyarî têkoşîna jinê hate kirin. Di çalakiyan de polîtîkayên şer hatin şermezarkirin.

Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û şaxên wê di her roja înê ya hefteya ewil a her mehê de çalakiya “Nobeta Aştiyê” lidar dixe. Bi boneya hefteya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, “Nobeta Aştiyê” ya vê mehê diyarî têkoşîna jinan hate kirin. ÎHD û şaxên wê di çalakiyên xwe de di bin sernavê “Jin aştiyê dixwazin” de daxwazên xwe rêz kirin.

ENQERE

Şaxa ÎHD’a Enqereyê 19’emîn çalakiya “Nobeta Aştiyê” bi sernavê “Jin aştiyê dixwazin” lidar xist. Nobet, li avahiya komeleyê hat lidarxistin û daxuyanî ji hêla endama ÎHD’ê Neylan Solmaz ve hat xwendin. Endamên Nifşê 78’an ê Şoreşger û ÎHD’ê tevlî nobetê bûn û pankarta “Jin aştiyê dixwazin” hat daliqandin.

Solmaz, anî ziman ku weke parastvanên mafên mirovan her tim li qadên şer daxwaza aştiyê kirine û gotine ku aştî maf e. Solmaz, anî ziman ku li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn aştî yek ji daxwaza maf a herî girîng e. Bi domdarî Solmaz diyar kir ku pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e û dewlet li şûna guftûgo û muzakereyan, rêbaza şer esas digire. Solmaz, wiha domand: “Lewma jî zext tê kirin, zimanê nefretê pêş dikeve, tundiya li dijî jinan zêde dibe û pêşî li cînayetên jinan nayên girtin. Mixabin li her devera cîhanê di şer de êşên herî mezin jin û zarok dijîn. Di şerê li welatê me de jî bi hezaran jin mexdûr bûn. Di serdegirtinên malan û gundan de, di dema bnçavkirinê û girtîgeha de jin rastî tundiyê tên. Ev tundiya dewletê li kolan, mal û kargehan jî belav dibe û ji bo jinan vediguherin qadên ne biewle.”

Piştre jî Solmaz ev 5 daxwaz rêz kir: “Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê em hêvî dikin ku tundiya li dijî jinan bi temamî bi dawî bibe û pêvajoyeke nû ya ku êdî pergala mêrê serdest, feodal û milîter tê bidawîkirin dest pê bike. Lewma jî em dixwazin konferansa me ya aştiyê bibe pêşenga van daxwazên me.”

AMED

Şaxa ÎHD’a Amedê çalakiya Nobeta Aştiyê li avahiya xwe ya li navçeya Bajarê Nû domand. Ji ber 8’ê Adarê, çalakî bi dirûşma “Jin aştiyê dixwazin” hat lidarxistin. Dayikên Aştiyê, Şaxa Egîtîm Sen a Amedê, Şaxa SES’ê ya Amedê û DAKAH-DER tevlî daxuyaniyê bûn. Metna hevpar ji hêla Cîgira Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Suzan Mehmetoglû ve hate xwendin.

DERSIM

Di çalakiya “Nobeta Aştiyê” ya Şaxa ÎHD’a Dersimê de yek ji rêveberên komeleyê Huseyîn Yaşar Sezgîn axivî û piştre metna daxuyaniyê ya hevpar xwend. Sezgîn, da zanîn ku ew dixwazin nobeta xwe ya edaletê bi Konferansa Aştiyê tacîdar bikin û wiha got: “Em ê di 16-17’ê adarê de li Amedê Konferansa Aştiyê lidar bixin. Em ê di konferansê de daxwazên xwe dîsa bi dengekî bilind bînin ziman. Gelemperiya van dengan jî dê bibe jin.”

LI GELEK BAJARÊN DIN ‘NOBETA AŞTIYÊ’ HAT LIDARXISTIN

Şaxên ÎHD’ê yên Êlih, Mêrsîn, Edene, Antalya û Hatayê jî çalakiya “Nobeta Aştiyê” lidar xistin. Gelek kes tevlî nobetê bûn. Di çalakiyan de metna hevpar hat xwendin.