Di nimêja Înê ya Sivîl de êrîşa Reyhanliyê hate şermezar kirin
Di nimêja Înê ya Sivîl de êrîşa Reyhanliyê hate şermezar kirin
Di nimêja Înê ya Sivîl de êrîşa Reyhanliyê hate şermezar kirin
Li gelek navendan bi hezakan welatiyên ku ji bo Nimêja Înê ya Sivil daketin qadan, di nimêjê de ji bo aştiyê ref firêdan û dua kirin. Bi hezaran kesan piştgirî da pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Herwiha êrîşa li Reyhanliyê jî şermezar kirin.
AMED
Li qada deriyê çîyê suka seleheddîn eyûbî bi hezaran hemwelatiyan di nimêja înê de ref girêdan. Di nimêjê de mijarên Regaip, ziman û asîmîlasyon û pêvajoya aşitiyê hat nirxandin. Li pêş girsê Mele Hadî Koç weaz da. Koç di weazên xwe de qala regaipê bûyîna hezretî Mihemed kir. Behsa bişaftina ku Kurdistanê tê kirinê kir û wiha got: "Heta îro gelê Kurd nikaribû di mizgeftan de bi zimanê xwe weaz bidan lê îro bisaya tekoşîna gelê Kurd, kurdan hinek deskeftin bidest xistiye pêwîste gelê me li zimanê û li deskeftinê ku bi dest xistine xwedî derkeve û zimanê xwe li hemberî bişaftinê biparêze.
Hêzên desthilat bi hezaran sala dixwest zimanê vî gelî qedexe bike. Lê belê vî gelî dibin şert û mercên herî zehmet de jî têkoşiya, nehate bişaftin û hebûna xwe heta roja îro parastiye.Tune kirina gelan di tu olan de nehatiye pejirandin. Di olan de herdem wekî dewlemendiyên mirovahî hatî dîtin."
Mela Abdulkadîr Anar jî mijara rola aşitiyê ya olî girtdest û wiha got: "Pêxemberê axirê zeman herdem alîgirê aşitîyê bû. Dema belav bûna ola Îslamî de Birêz Mihemed bi mûşrîkan re aşitî pêkanî. Pêwiste desthilat jî li ser vê bingehê guh bide pêngava ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ve hatî dest pêkirin takû aşitî, wekhevî û demokrasî bîne Kurdistanê." Piştî xilasbûna nimêjê Amedî belav bûn.
SÊRT
Li Sêrtê jî bi sedan kesên ku li qata jor yê avahiya Rêxistina BDP'a Sêrtê kom bûn ref girê dan û nimêj kirin. Mele Mehmet Polat, bi kurdî weaz dan û li ser aştiye axivî.
MISIRC
Li navçeya Misircê ya Sêrtê jî bi sedan welatî li avahiya BDP'ê ya Misircê kom bûn û ji bo Nimêja Înê ya Sivîl ref girêdan. Girsê di pêşengiya Mele Ahmet Atasever de nimêj kir. Berî nimêjê bi kurdî weaz hatin dayîn.
SERÊKANIYÊ
Li navçeya Serekaniyê ya Rihayê jî nimêja înê ya sivîl li avahiya BDP'ê bi girseyî pêk hat. Di nimêjê de li ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye despêkirin axaftin hatin kirin.
WÊRANŞAR
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî Nimêjên înê yên sivîl li avahiya BDP'ê bi girseyî hat kirin. Di nimêja ku xutbe bi kurdî hate dayîn, teqîna li navçeya Rehyanli ya Hatayê hate şermezar kirin.
Li navçeyên Bismil û Farqînê yên Amedê, Navçeya Hezexê ya Şirnexê, Êlih, Melezgîrta Mûşê, Wan û Colemêrgê jî nimêjên înê bi girseyî hatin kirin. Li van deran jî waaz bi kurdî hatin dayîn .