Di Nimêja Înê ya Sivîl de banga alîkariya ji bo Rojava
Di Nimêja Înê ya Sivîl de banga alîkariya ji bo Rojava
Di Nimêja Înê ya Sivîl de banga alîkariya ji bo Rojava
Di Nimêjên Înê ya Sivîl de bi hezaran welatiyan rêz girt û bi kurdî waez hate xwendin. Melayan di weazên xwe de bertek nîşanî salvegera 15'ê Sibatê roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîna Tirkiyeyê dan û bang li hemû kesî kir ku, piştgiriyê bidin kampayaya alîkariyê ya ji bo Rojava pêk tê.
AMED
Bi sedan welatî li Suka Binerd a Selahadîn Eyobî ya li Qada Derê Çiya ya Amedê hatin cem hev û nimêja înê ya sivîl li dar xistin. Berî nimêjê Mela Suleyman Ekîncî bi kurdî weaz da û bal kişand ser şerên li Rojhilata Navîn pêk tên û wiha got: "Dema em berê xwe didinê li welatên misilmanan şerên mezin pêk tên. Sedama van şeran dîktatoriyên li Rojhilata Navîn hatin avêkirin in. Xweda mirov, ziman, reng, ol û nîjada wî çibe bila bibe wekhev afirandin e." Piştî Mela Osman Akçay xudbe xwend nimêj hate kirin.
WAN
Li Wanê jî weke hemû hefteyan nimêja înê li Înşata Otoparqa Şaredariya Wanê bi tevlîbûna hezara kesan hate kirin. Hejmara welatiyên tevlî nimêjê dibin her diçe zêde dibin. Di dema welatiyan nimêj kirin de polîsên sivîl welatî bi qemerayan kêşandin. Mela Zekî Çîftçî bi kurdî weaz da û anî ziman ku li Tirkiyeyê hêj gelên çanda xwe bijîn astengî hene ola îslamê ji hemû gelan re baweriyekî vekiriye. Çîftçî diyar kir ku, dewlet olê bikartîne û zilmê li welatiyan dike mînaka vê yekê jî kurd in. Çîftçî, sedema li înşatê nimêja înê dikin aşkera kir û wiha got: "Em li dijî mizgefta nînin em li dijî zilmê ne." Pîştî weaza kurdî bi hezaran welatiyan nimêja înê kirin.
ÊLIH
Li Êlihê jî nimêja înê piştî çend hefteyê ku hewa ya xweş nimêj hate kirin. Bi hezaran welatî disa li hewşa Şaredariya Êlihê nimêj li dar xistin. Welatiyan ji bo aşîtî pêkane be dua kirin. Di nimêjê de Mele Kasım Koç weaz bi kurdî da û banga yekîtiyê li kurdan kir. Bozkur, diyar kir ku bila herkes li pêvajoyê xwedî derkeve û anî ziman ku ji bo aşîtî û biratî pêk were pêwîste kes jiyana xwe ji dest nedin û xwîn di herike bê rawestandin. Piştî weazan bi hezaran welatî li pey melê xwe rêz girt.
JI ROJAVA RE ALÎKARÎ LI DIJÎ 15'Ê SIBATÊ BERTEK
Li navçeyen Farqîn û Bîsmîlê jî bi hezaran welatiyan li parqan nimêjên înê li dar xistin. Li Sêrtê li avahiya BDP'ê, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li Mala Gel a Yalçinkaya, Nisêbînê li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtannî, Hezexê li parqa Aşitiyê, Cizîrê li mala şînê ya li taxa Cudiyê, Sîlopiyê li qada ber avahiya BDP'ê, Colemêrgê li avahiya BDP'ê, navçeya Milazgirê ya Mûşê li avahiya BDP'ê, navçeya Turgutlu ya Manîsayê li Salona Konferansê ya Musa Anter û li naçveya Akdenîzê ya Mêrînê jî li taxa Guneşê bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin.
Di weazên melayan di banga alîkariyê ji bo Rojava hate kirin û bertek li salvegara anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê dan.