Di navbera DAIŞ'ê û tugaya El-Tewhîd pevçûn derket
Di navbera DAIŞ'ê û tugaya El-Tewhîd pevçûn derket
Di navbera DAIŞ'ê û tugaya El-Tewhîd pevçûn derket
Li taxa Heyderiyê ya Helebê di navbera komên çete yên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) û çekdarên Artêşa Azad de pevçûn derketin.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê bi dest ketîn, duh saet di 19.00'an de li çerxeriya Heyderiyê ya taxa Heyderiyê ya Helebê, di navbera komên çete yên DAIŞ'ê û endamên tugaya El-Tewhîd pevçûn derketin. Hate gotin ku pevçûn piştî endamên tugaya El-Tewhîd çek ji Endamên DAIŞ'ê dizîne derketine û di encamê de hin endamên tugaya El-Tewhîd hatine kuştin û derdora 40'î dîl ketine destê DAIŞ'ê.