Di navbera DAIŞ û Heşdî Şabî de El Bukmal…
Nivîsa Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ku di Ozgurlukçu Demokrasî de weşiyaye..
Nivîsa Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ku di Ozgurlukçu Demokrasî de weşiyaye..
Heşdî Şabî û Hîzbullah ji bo ku bajêr bi dest bixin û ji Tehranê heta bi Lubnanê korîdorê vekin bi lez û bez berê xwe dane El Bukmal. Bidestxistina vî derî ji bo Îranê bû hilmstandineke kûr. Vê li dijî berjewendiya gelên Sûriyê û Kurdan dikin.
Gelê Sûriyê yê ku li benda aramî û aştiyê ye, bi vê gavê re derî li şerekî nû vedibe. Hêviyên wan têk dişikên. Gelê El Bukmal bajar vala kiriye. Di roj û şevekê de hêzên Heşdî Şabî bajar ji DAIŞ'ê standin. Her wiha DAIŞ li Heşdî Şabî vegeriya û derbên giran lêxist. Ji vir em du tiştan fêhm dikin. Ya pêşî; DAIŞ ji bo ku vir zû bernede haziriyeke baş kiriye. Ya dî; DAIŞ weke berê li ber xwe neda. Bi vî rengî aramî nayê yek parçeyê Sûriyê. Berevajî ev ê pêvajoyeke nû ya şer bi xwe re bîne.
Encama ku ji hevdîtina Serokê Rûsya Vladîmîr Pûtîn û Serokê DYA Donald Trûmp derketî baş e. Bi taybetî girîng e ku diyar kirin li Sûriyê çareserî divê ne bi rêbaza leşkerî be. Ev pêşî li her cure êrîşên nû digire. Lihevkirina Pûtîn û Trûmp a bi vî rengî rê li ber wê girt ku rayedarên Îran û Sûriyê gefên xwe yên li ser QSD'ê bidomînin. Heke ji niha û pê de gefên xwe bidomînin ew ê jê bi neyênî karîger bibin. Erdogan ji vê pir bêhnteng bûye. Ji hêrsa xwe beriya ku bi Rûsya re hev bibîne xwest ku Rûsya û Amerîka ji Sûriyê vekişin. Ji ber ku êdî wê nema karibe bi pêş ve biçe. Her roj gefê li Efrînê dixwe. Dixwaze ku YPG derkeve û Efrînê bi dest wan ve berdin. Niha xeyalan dibîne. Helwesta Tirkiyê ya li ser vê herêmê ne di berjewendiya Tirkiyê de ye jî.
Ango di hevdîtina du serokên dewletan de behsa Cenevreyê tê kirin. Ji bo çareseriya pirsa Sûriyê divê vê deynin ber xwe. Lê behsa wê tê kirin ku beriya civîna Cenevreyê muxalîfên li Sûriyê li Riyadê xwe hazir dikin ku civîneke berfireh bikin. 2015'an jî di civîna Riyadê de her kes hatibû vexwendin. Lê dîsa hin aliyan û Tirkiye muxalefet kiribûn û nehiştibûn ku Kurd tevlî civînê bibin. Gelo vê carê wê çawa be?
Tirkiye weke berê wê wiha b xurtî bikaribe xwe ferz bike? Lê diyar e ku Tirkiye di tabloya heyî de cihê xwe winda kiriye. Weke berê ew hêza wê nemaye ku mudaxele bike. Ji bo vê jî rewşa Sûriyê gav bi gav dibe ku zelal bibe. Heke ne wiha be DAIŞ dîsa dikare vegere. Ji xwe yên ku dibêjin DAIŞ qediya di şaşîtiyeke pir mezin de ne. Ji ber ku hebûna DAIŞ'ê ne tenê fizîkî ye. DAIŞ di pêvajoya 7 salan de fikrek hişt. Divê mirov baş li ser vê avaniya fikrî raweste.
Ji niha û pê de girîng e ku muzakereyên çareseriyê cidî bin. Divê êdî rejîm eniyên xwe diyar bike. Ew li gel aliyê Sûriyê dimîne yan li cem hêzên xwecih? Çawa dikare bibe parçeyek ji çareseriyê. Çi dema ku muzakere cidî dibin ev pirs serê her kesî mijûl dike. Mafdar in jî. Kengî berdevkê QSD'ê tevlî muzakereyên siyasî bûn wê demê em ê fêhm bikin ku çareserî wê bibe.
Mixabin heta niha ne diyar e bê ka berdevkê QSD'ê wê tevlê bibin yan na. Her wiha desteya muzakereyê wê hazir be? Wê guherînek bibe? Ev pir girîng e. Girîng e ku her kes tevlî muzakereyan bibe. Girîng e ku mirov baş û hazir tevlî muzakereyan bibe. Ti çareseriya rejîmê nîn e. Lê MSD çareseriyeke girîng pêşniyar dike. Modêla Sûriyeya Federal a Yekbûyî wê bibe dermanê herî baş ji bo nexweşiyên vê pêvajoyê.
Tirkiye dikare vê rastiyê qebûl bike û pê re rûne. Kurd heqîqeteke Sûriyê û rastiya wê ne, bi êrîş, înkar û îmhayê nikare bi ser bikeve. Çi qas dem di ser re biçe xelek zêdetir wê berteng bibe. Ji rejîmê tê xwestin ku bi Kurdan re bi rêbazeke nû pirsê çareser bikin. Êdî divê bi destê Ereban Kurd û bi destê Kurdan Ereb neyên kuştin. Êdî divê li xwe vegere û arîşeyê çareser bike. Heke vê neke qedera Iraq û Sûriyê li benda wan e jî.