Di navbera çalakgerên Filîstin û leşkerên Israîlê de pevçûn
Di navbera çalakgerên Filîstin û leşkerên Israîlê de pevçûn
Di navbera çalakgerên Filîstin û leşkerên Israîlê de pevçûn
Rojhilatê Kudusê bi protestoyan dest bi rojê kirin. Piştî leşkerên Israîlê mudaxaleyê protestoyan kir, 7 kes birîndar bûn.
Li Kudusê li herêm Ebu Deys ciwanekî Filîstînê pêncşema borî hatibû kuştin û filîstiyan ev protesto kirin û bi leşkerên Israîlê re ketin pevçûnê. Pevçûnan vê sibê jî berdewam kir. Li gorî agahiyên hatine girtin herî kêm 7 kes birîndar bûne û gelek kes hatine binçavkirin.
Leşkerên Israîlê di nava vê hefteyê de li Şerîaya Rojava Nablusê yek û Kudusê jî yek du kes kuşt.
Filîstiniyan diyar kir ku kesên hatine kuştin bê gunehin û çavkaniyên Israîlê jî îdia kirin ku kesekî yê hatiye kuştin gule avêtiye leşkeran.
Li aliyê din Israîlê 36 endamên tevgera Îslamî binçav kir.