Di navbera Bruksel-Enqereyê de trafîka 'êrîşkarên bombeyî'... -Amed Dîcle

Êrîşên bombeyî yên 22'ê Adarê yên li balafirgeha Zaventem û stasyona metro ya Maelbeek ên Brukselê, ji bo Yekîtiya Ewropa, bi taybetî jî ji bo Belçîkayê di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de bûn destpêka pêvajoyeke nû.

Êrîşên bombeyî yên 22'ê Adarê yên li balafirgeha Zaventem û stasyona metro ya Maelbeek ên Brukselê, ji bo Yekîtiya Ewropa, bi taybetî jî ji bo Belçîkayê di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de bûn destpêka pêvajoyeke nû.

Ji bo Yekîtiya Ewropayê, di mijara têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de cihê herî girîng Tirkiye ye. Ji ber ku hema hema temamiya endamên DAIŞ'ê yên ji Ewropayê diçin Sûriye yan jî Tirkiyeyê hemû di ser Tirkiyeyê re derbas dibin. Heta ku Ewropiyan ev mijar fêm kirin an jî neçar man fêm bikin, beşeke mezin a vê trafîkê qediya û êdî vegerê destpê kir. Dewletên Ewropayê, çûyîna mirovan ji bo DAIŞ'ê di destpêkê de weke pirsgirêk nedîtin. Dengê xwe dernexistin ku Tirkiye di vê trafîkê de rawestgeha bingehîn e. Lê belê piştî ku ev kesên çûn weke xeteriyeke potansiyel vegeran an jî hatin vegerandin, bi awayekî mafdar bû sedema rûdana tirs û fikaran.

Ji ber êrîşên li Parîs û Brukselê mafdariya van fikaran radixin pêş çavan.

Dewletên Ewropayê, piştî van êrîşan wê ji hundir ve tedbîrên xwe zêde bikin.

Lê belê xala bingehîn ew e ku xetere bêyî bigihêje nava Yekîtiya Ewropayê, çawa bê beralîkirin. Û di vê mijarê de jî navnîşana esasî jî Enqere ye.

Ji xwe hikûmeta Belçîkayê bi vê rewşê hesiya û bi Tirkiyeyê re dest bi hin danûstandinan kir. Detayên vê yekê hûnê di dawiya nivîsê de bixwînin.

Lê belê em di destpêkê de li hin qewimînên di saleke dawî de di navbear Belçîka, Tirkiye û Parîsê de qewimîne binêrin û rewşa niha binirxînin:

Di 15'ê Çileya 2015'an de di operasyona li hemberî hucreyeke DAIŞ'ê ya li bajarê Belçîka Vervîersê de 2 endamên DAIŞ'ê hatin kuştin. Di heman operasyonê de polîsan li Brukselê jî avêtin ser hin malan û li Belçîkayê bi giştî 13 endamên DAIŞ'ê hatin girtin.

Medya Belçîkayê ragihand, ku serkêşê vê hucreya hatiye têkbirin Abdulhamîd Abaaûd e û ev kes li xaka Tirkiyeyê ye. Dozgerê Federal ê dosya bi rê ve dibir, li dijî vê îdîayê tiştek negot.

Di Tîrmeha 2015'an de yanî 6 meh piştî vê bûyerê, heyetên Belçîka û Tirk ji bo li ser meseleya DAIŞ'ê baxivin, 4 caran li hev civiyan. Di vê civînê de li ser kesên ji Belçîkayê di ser Tirkiyeyê re derbasî nava DAIŞ'ê bûne ti agahî nehatin dayîn.

Baş e piştre çi qewimî?

Abdulhamîd Abaaûd di ser Tirkiyeyê re derbasî Yewnanîstanê ji wir jî hat Ewropayê. Di 13'ê Mijdara 2015'an de komkujiya Parîsê ya ku 132 kes lê hatin qetilkirin, organîze kir.

Abaaûd ê bi eslê xwe Fasî ye, lê welatiyê Belçîkayê ye, di 19'ê Mijdarê de li Parîsê hat kuştin.

Mijdara 2015...

Çend roj berî komkujiya li Parîsê... Welatiyê Belçîkayê Halîd Bakravî çû Tirkiyeyê û 10 rojan lê ma. Ji rayedarên Belçîkayê re agahî nehat dayîn ku ev kes di nava 10 rojan de çûye ku derê, bi kê re hevdîtin kiriye û çi kiriye. Bakravî piştî bi hêsanî li Tirkiyeyê geriya, vegeriya Belçîkayê.

Heman piştî vegera Bakravî ji Tirkiyeyê, li Parîsê komkujî hat kirin.

Piştî komkujiya li Brukselê derket holê ku ew û kekê wî Îbrahîm Bakravî tevî yek ji êrîşkarên Parîsê Salam Abdulsalam endamên heman hucreyê ne.

Û Halîd Bakravî di 22'ê Adarê de li rawestgeheke metroyê ya li Brukselê bombeyên li ser xwe teqand.

Kekê Halît Bakravî Îbrahîm Bakravî jî saetek berî birayê xwe, li balafirgeha Zaventem a li Brukselê êrîşa întixarî kiribû.

Em careke din li sala 2015'an vegerin.

Êrîşkarê balfirgeha Zaventemê Îbrahîm Bakravî di 11'ê Hezîrana 2015'an de li Dîlokê ji aliyê polîsên Tirk ve hat girtin.

Tirkan ev yek di 26'ê Hezîranê de ji mûxatabên xwe yên Belçîkî re ragihandin.

Weke me li jorê destnîşan kirin, di Tîrmeha 2015'an de rayedarên Tirkiye û Belçîkayê 4 caran li hev civiyan.

Wezîrê Karên Hundir ê Belçîkayê Jan Jambon di axaftina xwe ya 25'ê Adarê ya li Meclîsê de anî ziman, ku ev civîn ji bo radestkirina Îbrahîm Bakravî hatine kirin, lê belê ti encam ji civînan derneketine.

Lê belê Bakravî di 14'ê Tîrmehê de li şûna Belçîkayê ji Hollandayê re hat şandin.

Rayedarên Tirk têkildarî Bakravî e-mailek ji Hollandayê re şandin û rewş ragihandin. Em ê Tirkî û Îngilîziya vê, di wêneyên li jêrê de nîşan bidin. Di maila Tirkiyeyê de qala 'terorê' yan jî 'DAIŞ'ê nayê kirin.

Her wiha heman rojê bi heman hincetê welatiyekî Elman jî tê dersînorkirin û ev rewş rojek berê ji rayedarên Elman re tê ragihandin.

Lê belê Bakravî di 14'ê Tîrmeha 2015'an saet di 10:40 de li balafirê tê siwarkirin. Rayedarên Tirk saet di 10:14'an de yanî 26 deqe piştî bûyerê vê dersînorkirinê ji Hollandayê re radigihînin. 

Belçîka tevî hemû hewldanên xwe jî ji Enqereyê têkildarî Bakravî ti agahiyan nikare ji aliyê Tirk werbigire.

Di 11'ê Çileya 2016'an de Tirkiye dibêje, bi nivîsekê re hatiye ragihandin ku 'gumana têkiliya bi terorê re' ji vî kesî tê kirin.

Lê belê ev pirs dikeve hişê mirovan:

Tirkiykeyê ji Gulana 2013'an û vir ve tevî Bakravî 5 endamên DAIŞ'ê yên Belçîkî 'dersînor' kir.

Têkildarî her kesê şandiye de rayedarên Tirk yekser bi rayedarên Belçîkî re têkilî danîne û rewş ji wan re ragihandine. Çima di bûyera Bakravî de bi rayedarên Belçîkî yan jî Hollandî re yekser naxivîn, lê 26 deqe berê e-mailek şand?

Yanî;

Daxuyaniya Erdogan a digot, 'Me yek ji êrîşkarên bombeyî radestî Belçîkayê kirin û rewş ji wan re ragihandin' ne rast e. Ji xwe rayedarên Belçîka û Hollandayê ev yek bi belgeyan derewandin.

Em li êrîşên bombeyî yên 22'ê Adarê yên li Brukselê vegerin.

Îbrahîm Bakravî li balafirgeha Zaventemê, birayê wî Halîd Bakravî jî di êrîşa li metro de mirin.

Di êrîşa li balafirgehê de wêneyê sê kesan li çapemeniyê hat belavkirin. Di vî wêneyê em ê li jêrê nîşan bidin de, nvê kesê li aliyê çepê ye Najîm Laachraoûî ye.

Di 25'ê Adarê de ji aliyê Dozgeriya Belçîkayê ve hat piştrastkirin ku ev kes di êrîşê de miriye.

Najîm Laachraoûî yek ji endamên destpêkê yên DAIŞ'ê ye ku di sala 2013'an de ji Belçîkayê çûye Sûriyeyê. Li lîseya elektro-makîna xwendiye. Najîm Laachraoûî di Îlona 2015'an de di ser Tirkiyeyê re derbasî Macarîstanê dibe. Ji êrîşkarên Parîsê Abdulsalam û Mûhammed Belkaîd diçin Macarîstanê û Najîm Laachraoûî tînin Belçîkayê. Têkiliya Najîm Laachraoûî bi amadekarê êrîşa Parîsê Abdulhamed Aboûd ê berê li Tirkiyeyê ma, heye. Tê gotin, li ser bombeyên li Parîsê hatin bikaranîn, şopa tiliya vî kesî hat dîtin. Tê gotin ev bombe ji aliyê vî kesî ve hatiye amadekirin.

Baş e, çi bû bi vê şebekeyê?

Êrîşkarê Parîsê Abdulhamed Aboûs li Parîsê hat kuştin, Abdulsalam li Brukselê hat girtin, Mûhammed Belkaîd ê tevî Abdulsalam çû Macarîstanê û Najîm Laachraoûî anî hefteya derbasbûYî di operasyona girtina Abdulsalam de hat kuştin, Îbrahîm û Halîd Bakravî tevî Najîm Laachraoûî di êrîşên li Brukselê de roja 22'ê Adarê mirin.

Taybetmendiya hevpar a hemûyan çûyîna Tirkiyeyê, mayîna li Tirkiyeyê û cihgirtina li nava tevna Bruksel û Parîsê ye.

Em li destpêkê vegerin.

8'ê Adara 2016'an. Heyeta Belçîkayê ya ji çar wezîran ji bo bi giranî li ser meseleya DAIŞ'ê baxivin çû Enqereyê. Di nava heyeta bi serokatiya Wezîrê Karên Hundir ê Belçîkayê Dîdîer Reynders de Wezîrê Karên Hundir Jan Jambon, Wezîrê Edaletê Koen Geens û Wezîrê Koç û Penaberiyê Theo Francken cih digirtin.

1224 kesên ji Belçîkayên yên têkiliya xwe bi DAIŞ'ê re hatine tespîtkirin hene. Tê gotin ji van 300 kes li Sûriyeyê di nava DAIŞ'ê de ne. Piraniya van kesan di ser Tirkiyeyê re çûne û piştre agahî ji wan nehatiye wergirtin. Tê texmînkirin ku beşek ji van bi rêyên 'ne qanûnî' vegeriya bin.

Wezîrên Belçîkî bi mûxatabên xwe Efkan Ala, Mevlut Çavûşoglû û Bekîr Bozdag re hevdîtin kirin. Ev civîn di 9'ê Adarê de li Enqereyê pêk hat. Aliyê Tirk bi israr xwest, heta Belçîka li hemberî sazî û siyasetmedarên Kurd gaveke şênber navêje, wê di mijara hevkariya li dijî DAIŞ'ê de tiştekî neke. Aliyê Tirk bi zelalî ji Belçîkayê xwest Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar teslîm bike. Ji ber vê ferzkirinê, tiştek ji hevdîtinê derneket û Wezîrên Belçîkî vegeriyan. Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê çend roj piştî hevdîtina li Enqereyê, têkildarî Rojava bi hin rayedarên Kurd re rûnişt û pêwîstiya xwe ya bi Enqereyê re ragihand.

Piştre çi qewimî?

Erdogan di 18'ê Adarê de got, 'Ji bo bombe li Brukselê yan jî li bajarekî din ê Ewropayê neteqe, ti sedem nîne'. Piştî vê axaftinê 'konê Kurdan' ê li Brukselê mîna nîşan da, lê belê rayedarên Belçîkî mesaj fêm kiribûn. Ev daxuyanî ji bo qebûlkirina plna dijberiya Kurd a di civîna 9'ê Adarê de hat ferzkirin, gefek bû.

Belçîkiyan ev mesaj fêmkirin, lê belê hinekî dereng man. Mixabin di 22'ê Adarê de li paytexta Ewropa Brukselê, li du navendên herî zêde dihatin parastin bombe teqiyan.

Bi kurtasî; bazariya AKP û Erdogan li ser mijara koçberan bi Yekîtiya Ewropayê re dike, aliyê sernixumandinê ya mijarê ye. Mijara bingehîn ew e; bi hezaran kesên ji Ewropayê çûne, eger vegerin wê çi biqewime? Aliyê Ewropayê ku Erdogan li gorî xwe qels dibîne û li dijî Kurdan weke gavekê bi kar tîne ev e.

Bêdengiya Ewropiyan a li pêşberî wehşeta li Cizîr û Sûrê kêm dibîne. Gefa 'ya tu yê bi min re li dijî Kurdan şer bike, yan jî ez ê endamên DAIŞ'ê bi ser we de bişînim' dixwe.

Lewma xeteriya DAIŞ'ê ya li ser Ewropayê neqediya û hînê nû destpê dike.

Û hêdî hêdî tê fêmkirin; heta AKP neqede DAIŞ naqede.

...