Di navbera Artêşa Lîbyayê û Îslamiyan de pevçûn derket

Di navbera Artêşa Lîbyayê û Îslamiyan de pevçûn derket

Li bajarê Bîngazî yê Lîbyayê di nav bera Artêşa Lîbyayê ya Nû û komên çekdar ên Îslamî pevçûn derketin.
Li bajarê Bîngazî yê li rojhilatê Lîbyayê îro di demjimêrên sibê de di navbera hêzên Artêşa Lîbyayê ya Nû û komên çekdar ên Îslamî de pevçûn derketin. Hate gotin ku, pevçûn piştî ku endamên komên çekdar ên îslamî bombe avêtin dewriyek artêşê û li ser vê yekê pevçûn destpêkirin. Pevçûn hîn didomin.
Piştî ruxandina desthiladariya Rejîma Serokê berê yê Lîbyayê Muammer El-Qedafî komên çekdar ên Îslamî li seranserî welat belav bûn. Komên behsa mijarê ku di nava şoreşa li dijî Qefafî de cih girtin û wek şoşger dihatin binavkirin, niha êdî guh nadin biryarên hikumetê û li gorî xwe tevdigerin. Ev demeke Artêşa Lîbyayê di nava hewldanan de ye ku dawî li komên behsa mijarê bîne. Roja Duşemê di nava bera koma îslamî ya bi navê Endar El-Şerîa ş Artêşa Lîbyayê de pevçûn derket û di encamê de 9 çekdar hatin kuştin.