"Di nava ava TOMA de maddeya kîmyewî"

"Di nava ava TOMA de maddeya kîmyewî"

Hat gotin, di nava ava TOMA'yan a li dijî xwepêşandêrên berxwedana Parqa Gezî hat bikar anîn, maddeya kîmyewî heye.

Hin çalakgeran dan xuyakirin ku di dema destwerdana polêsan de li laşê wan birînên sorbûn û şewatê rû dane û ev yek ne ji ber bombeya gaz an îsotê ye, ji ber ava ji TOMA'yan bi ser wan de hatiye rijandin e.

Çalakgeran diyar kirin ku ava TOMA'yan carna ji bo reng bide hin maddeyên kîmyewê di nav de hatine bikar anîn, lê vê carê maddeyên kîmyewî yên zerarê didin çerm û laşê mirov hatine bikaranîn.