Di nava 24 saetan de bi dehan kes hatin destgîrkirin

Rejîma Enqere bi hinceta 15’ê Sibatê li gelek bajaran bi ser gelek malan de girtin û bi dehan kes destgîrkirin.

Herî dawî polîsan li navçeya Kerboran a Mêrdinê avêtin ser malan û 2 kes destgîrkirin. Hate ragihandin ku destgîrkirin bi hinceta 21’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin kirin.

Ahmet Seyhan û Mazlûm Acar birin Şaxê TEM’ê ya Miduryeta Emniyetê ya Mêrdinê.

Serê sibê jî li navçeya Qoserê ciwanê bi navê Saît Sirdaş hatibû destgîrkrin. Roja Penşemê jî endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Ozgur Bûlût û Hamza Yildirim hatibûn destgîrkirin.

Di nava 24 saetên dawî de bi hinceta 15’ê Sibatê bi dehan kes hatin destgîrkirin. Sibea Înê li Amedê di serdegirtinên hemwext de 20 kes, li Wanê 47, li Dersimê 10, li Mersinê kesek hate destgîrkirin. Li Stenbol û Enqerê jî gelek kes hatin destgîrkirin lê hejmara wan nehate zanîn.