Di mihrîcana Nurnbergê de ji Ocalan re 600 îmze hatin berhev kirin

Di mihrîcana Nurnbergê de ji Ocalan re 600 îmze hatin berhev kirin

Ciwanên Kurd yên tevlî mihrîcana Sudstadt ya li bajarê Nurnberg ê Almanyayê hate li darxistinbûn û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 600 îmze komkirin.

Kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada navnetewî hatiye destpêkirin didome. Ciwanên Kurd yên tevlî mihrîcana Nurnberg Sudstadtê ya li bajarê Nurnberg yê Almanyayê bûn ji bo azadiya Ocalan îmze komkirin.

Di mihrîcana ku roja înê destpêkir û 3 rojan domkir, ciwanên Kurd yek yek li standan geriyan û 600 îmze komkirin. Di mihrîcana ku dê îro di demjimêrên şevê de bidawî bibe, ciwan armanc dikin ku 400 îmzeyên din kombikin û bigehînin hezar îmzeyan. Ciwanan diyarkir ku, ew dê kampanyayê li herderê bidin berdewam kirin.