Di Mîhrîcana Filman a Altin Portakal de ji bo Kobanê çalakî
Di Mîhrîcana Filman a Altin Portakal de ji bo Kobanê çalakî
Di Mîhrîcana Filman a Altin Portakal de ji bo Kobanê çalakî
Di Mîhrîcana Film a Altin Portakal de di beşa xwepêşandana fîlmên metrajdirêj a navneteweyî de fîlmê “Şafakla Donenler” (Yên bi berbangê re vedigerin) ku derhêneriya wê Murat Eroglu dikir, bi tîşortê li ser “Kobanê” nivîsandî derket ser dikê û çalakiya ji bo Kobanê destek kir.
Di 51’emîn mîhrîcana nîqaşên li ser sansûrkirina belgefilma bi navê “Yeryuzu Aşkin Yuzu Oluncaya Dek” a Reyan Tuvî ya bûyerên Gezî vedibêje de duh bi şev jî çalakiya piştgiriya ji bo Kobanê hebû.
Di beşa xwepêşandana metrajdirêj a navneteweyî ya mîhrîcanê de filma “Şafakla Donenler” ku derhêneriya wê Murat Eroglu dikir, ekîba fîlm bi tîşortên “Kobanê” derketin dikê û ji bo Kobanê çalakiya piştgiriyê pêk anîn.
Ekîb ku beriya fîlm bi tîşortên li Kobanê nivîsandî derketin ser dikê û temaşevan silav kirin, dema film bi dawî bû derketin ser dikê di beşa pirs-bersivan de axavîn. Ji bo şirovê ji ekîba film serlîstîkvan Mehmeh Unal û derhênerê hunerî yê film Şiyar Şerîf Akyapi tevlî bûn.
Yekem serlîstîkvan Mehmet Unal ku mafê axaftinê girt, wiha got: “Li Rojhilata Navîn şerek heye. Di vî şerî de her roj mirov dimirin. Di demên dawî de Kurd di nava vî şerî de bi tenê hatine hiştin. Bi taybet tiştên li Kobanê çêdibin, trajediyeke însanetiyê ye. Li ber çavên tevahî dinyayê gelek bi komkujiyê re rû bi rû ye û li hemberî çeteyan têkoşîna tinebûnê didin. Em weke hunermend em ê li hemberî van bûyeran bêdeng neminin, teqez divê hemû alîkariyên pêwîst ji bo Kobanê bên dayîn. Ji bo vê divê hemû raya giştî ya cîhanê bikeve tevgerê û tersî vê dibe ji bo hemû tiştî dereng be. Rewşenbîr, hunermendên vî welatî divê hemû demê li rex kesên bindest û yên tên cudakirin cih bigire. Di rewşa li hemberî vê komkujiyê bêdeng namîne de li vî welatî cardin nasnameya rewşenbîr û hunermendan bê nîqaşkirin û divê bê naskirin.”
Axaftina Mehmet Unal li salonê bi germahiyeke mezin hat pêşwazîkirin.