Di Mihrîcana Brighton de ji bo Ocalan 8 hezar îmze hatin kom kirin
Di Mihrîcana Brighton de ji bo Ocalan 8 hezar îmze hatin kom kirin
Di Mihrîcana Brighton de ji bo Ocalan 8 hezar îmze hatin kom kirin
Di mihrîcana LGBT ya li bajarê Brighton ya Îngilîstanê pêkhat, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 8 hezar îmze hatin komkirin.
Weke her sal çêbûyî, îsal lî li Brightonê bitevlîbûna hezaran kesî mihrîcana LGBT pêkhat û duh bi çalakiyên cur be cur bidawî bû. Endamê Meclisa Ciwanên Ozgur Ronî û Endamên Meclisa Gel ya Brîtanyayê ku tevlî mihrîcanê bûn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 8 hezar îmze berhev kirin.
Bi dirêjahiya mihrîcana ku heftiyekê domkir aktîvîstên kampanyayê derbarê armanca kampanyay3e û şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têde agahî dan beşdarvanan. Weke din jî bi hezaran pirtûkên dest û broşûrên tekoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedibêje bilav kirin.