Di ‘Lêpirsîna Kobanê’ de kesek din jî girtin
Di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ya ji aliyê Serdozgariya Komarê ya Enqereyê ve hatî destpêkirin de, endama berê ya MP a HDP’ê Meryem Adibellî hate girtin.
Di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ya ji aliyê Serdozgariya Komarê ya Enqereyê ve hatî destpêkirin de, endama berê ya MP a HDP’ê Meryem Adibellî hate girtin.
Di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ya ji aliyê Serdozgariya Komarê ya Enqereyê ve hatî destpêkirin de, endama berê ya Meclîsa Partiya (MP) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meryem Adibellî ya ku 8’ê Kanûnê li Dîlokê hatî destgîrkirin, birin Midûryeta Emniyeta Bajar a Enqerê.
Adibellî duh piştî îfadeya wê li emniyetê hate girtin derxistin dozgeriyê, dozgeriyê piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê derxist Dadgeha Cezayê Silha 8’an a Enqereyê. Adibellî ya li dadgehê îfadeya wê hatî girtin, bi şertê kontrola edlî ya “cezayê girtîgeha malê” hate berdan. Piştî îtiraza berdana Adibellî dozger biryara girtinê da. Adibellî îro dîsa bi daxwaza “girtinê” ku derxistîn Dadgeha Cezayê Silha 7’an a Enqereyê hate girtin û birin Girtîgeha Jinan a Sincanê.
Di çarçoveya dosyayê de, hejmara kesên hatîn girtin bû 26.