BI DÎMEN

Di konferansa li Moskowayê de têkçûna AKP'ê ya li pêşberî Kurdan tê nîqaşkirin

Li Moskowayê, konferansa li ser polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk û rola Kurdan a di çareseriya krîza li Rojhilata Navîn de, destpê kir.

Li paytexta Rûsya Moskowayê, li hemberî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li bajarên Kurdan dike, Nûnertiya KNK'ê ya Rûsyayê konferanseke çapemeniyê organîze kir. Konferansê li salona konferansê ya Ajansa Nûçeyan a Rûs Rîa Novostî destpê kir. Di konferansê de wê mijara 'Pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê (jenosîdên ji aliyê TC ve hatine kirin) û rola Kurdan a di çareseriya krîza li Rojhilata Navîn de' bê nîqaşkirin.

Nûnerê KNK'ê yê li Rûsyayê Selahattîn Soro, Hevserokê Kongreya Kurdên Êzidî li Rûsyayê Cemal Şemoyan, Hevserokê Yekîtiya Saziyên Civakî ya Kurdan a Navneteweyî Mehrab Şamoyev û Hevserokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên li Rûsyayê Ferhat Patiyev weke qiseker li konferansê amade ne.

TÊKÇÛNA AKP'Ê Û KOMKUJIYÊN TÊN KIRIN WÊ WERIN NÎQAŞKIRIN

Tevî ajans û televîzyonên sereke yên Rûsyayê, gelek rojnamevan konferansê dişopînin.

Serenavên wê di konferansê de bên nîqaşkirin ev in:

- Binketina rêveberiya Tirk li pêşberî serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de

- Komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê li gelê sivîl dike

- Polîtîkayên hilweşîner û qetlîamker ên dewleta Tirk bi çi rengî dikarin bên sekinandin?

- Di bingeha krîza navbera Rûsya-Tirkiyeyê de çi heye?

- Kîjan hêz li pêşiya çareseriya krîza li Sûriyeyê asteng in?

...