Di Konferansa Enqereyê de rexneya ‘çima PYD tune’
Di Konferansa Enqereyê de rexneya ‘çima PYD tune’
Di Konferansa Enqereyê de rexneya ‘çima PYD tune’
Parlamenterê BDP’ê Halîl Aksoy diyar kir ku divê astengiya li pêş hatine nûnerên PYD’ê ya Konferansa ‘Kurd modeleyên çareserî, demokrastî û aştiyê nîqaş dikin’ bê îzahkirin û got: “Konferansa li Hewlêrê ya ‘yekitiya hêzên demokrasî û kurdan’ gelek girînge. Konferansek wisa ne rastek ku li şûna konferansek wisa bê îdamekirin.
Konferansa ‘Kurd modelên çareserî, demokrasî û aştiyê nîqaş dikin’ ya ji aliyê IMPR’ê ve tê lidarxistin didome. Piştî navbera nîvro runiştina duyemîn a bi ser navê ‘Demokratîkbûna Tirkiyeyê û pêvajoya Aştiyê’ dest pê kir. Prof Dr Dogu Ergîl, parlamenter Halîl Aksoy, endamê meclisê Daîmî ya KCD’ê Seydî Firat axivin.
Dogu Ergîl da zanîn ku dema ji bo pêvajoya çareseriyê li Anatolya digeriya, pirsa ‘Çi bû aştî hat nîqaşkirin’ pirsîne û got ev çanda aştiyê, çanda lihevkirinê nîne.
AKSOY: NEBÛNA PYD’Ê DIVÊ BÊ ÎZAHKIRIN
Parlamenter Aksoy da zanîn ku divê îro PYD jî tevli vê konferansê bibûya lê ne li virin û sedema vê çiye. Aksoy wiha got: “Di vê dema ku çareserî tê axaftin de kevîrê herî girîng yê Rojhilata Navîn PYD îro li vir nîne. Ez wan kesê ku ew astengkirine, şermezar dikim. Pêvajoya çareseriyê bi van tiştan tên astengkirin.
Aksoy da zanîn ku pirsirêka kurd ne tenê pirsgirêka Tirkiyeyê, ya hemû Rojhilata Navîne û wiha got: “Ev di heman demê de pirsgirêka hemû cîhanê ye. Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin tiştek nayê çareserkirin.
Dewlet hêj bi makeqanûna mîlîtarîst û netewperest tê bi rêvekirin. Bi vê jî ne mumkune çareseî pêk were. PKK û gelê kurd peywira xwe aniye cih. Lê dewleta tirk pêngav navêt. Civak ket nava bendewariyê.
Konferans bi runiştiya sêyemîn dê bidome.